Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe ber bi çareseriya dawî ve diçe

Kurdistan 11:49 AM - 2024-06-09
Qubad Talebanî  cîgirê serok wezîran PUKMEDIA

Qubad Talebanî cîgirê serok wezîran

Mûçe Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştrast kir ku pirsgirêka mûçeyên karmendan ber bi çareseriya bi rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ve diçe.

Qubad Talebanî di kongirekî rojnamevanî de li kêleka serdana xwe ya ji bo rêveberiya Raperînê got: Îro em kêfxweş in ku serdana rêveberiya Raperînê dikin ji bo dîtina pêşketinan û me kevirê bingehîn ji bo pirojeyeke girîng û stratejîk danî Îdareya Rabrîn xwedî erdekî bi bereket û jîngeheke guncaw ji bo çandiniyê ye ku dikare pêdiviyên xwarinê yên hemû navçeyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Got jî: Em dixwazin zêdetir giringiyê bidin vê herêmê û emê kar bikin ku hemû pirojeyên rawestandî li r;veberiya  Raperînê bi qonaxan bi dawî bibin.

Got jî: Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ye bo gotûbêjkirina pirsa nefta Kurdistanê li gel hikûmeta federal, em hêvîdar in lihevkirinek bê kirin daku petrola herêma Kurdistanê li gor rênimayan û kontrolên ku hatine kirin, bê hinartin. ji bo zêdekirina hinardekirina Herêma Kurdistanê û Êraqê .

Derbarê mûçeyên hêzên ewlehiyê de jî, Qubad Talebanî got: Lîsteyên navên hêzên ewlehiyê dê ji bo hikûmeta federal bên şandin û piştî pişkinîneke kin dê mûçeyên wan bê dayîn, ez pir geşbîn im ku pirsgirêka mûçeyan ber bi çareseriyê ve diçe bi hikûmeta federal re ber bi çareserkirina pirsgirêka mûçeyê bi yekcarî diçin


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket