Talebanî projeya Stratejîk li Silêmaniyê vedike
Kurdistan 09:24 PM - 2024-06-08
Şaredariya Silêmaniyê
Qubad Talebanî û Şaredara Silêmaniyê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi amadebûna Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Silêmaniyê Leyla Elî projeya Xaçerêya Baxçeyê Bextiyarî ku bi qasî 13 milyar dînar hatiye xerckirin, vekir.
Li Silêmaniyê 5 projeyên din tên vekirin
Di merasîma vekirina kar de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji medyayê re axivî û got: "Ez pîrozbahiyê li şaredariya Silêmaniyê û kompaniya Germian dikim ku bi serkeftî vê projeya awarte bi cih anîne, ku dê bi awayekî bandor li piraniya pirsgirêkên hatinûçûnê yên li vê deverê were çareserkirin."
Wî got jî: "Pênc projeyên din, mîna xaçerê û derbasbûna binê erdê wekû Bexçeyê Bextiyarî, dê di paşerojê de bên destpêkirin, ku Silêmaniyê bibe bajarekî pêşkeftî di warê sîstema wê ya veguhestinê de li Iraqê."
Cîgirê Serokwezîr Talebanî got: "Derfetên sermayerazandinê li parêzgeha Silêmaniyê gelek zêde bûne. Silêmanî di sala 2023an de wek parêzgeha serekî ya sermayerazandinê li Iraqê hat binavkirin, bi taybetî bi saya civînên me ligel ofîsên hikûmeta parêzgehan û daxwaza me ya kêmkirina prosedurên rêziknameyê."
Proje dê hin pirsgirêkên trafîkê çareser bike
Talebanî got: "Ev proje li Silêmaniyê xwedî girîngiyeke mezine. Bi temamkirina projeyê dê qelebalix û qerebalixa li deriyê Silêmaniyê kêm bibe."
Ew proje roja 30ê Tebaxa 2022ê bi bûdceya 12.5 milyar dînar dest pê kir û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serperiştiya wê kir. Îro 8ê Hezîrana 2024an proje ji ajokaran re hat vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

