Dahata Silêmaniyê ya hefteya borî nêzîkî 12 milyar dînar bû

Kurdistan 10:30 AM - 2024-06-07
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Qubad Talebanî Silêmanî

Dahata Silêmaniyê ji 1-6-2024 heta 7-6-2024, 11 milyar , 800 milyon , 977 hezar û 773 dînar e.

Dahata parêzgehên Silêmanî û  Helebce, her wiha rêvebiriyên serbxwe Raperîn û Germiyanê 11 milyar , 800 milyon , 977 hezar û 773 dînar bûye ku 100%86 ji wan pereyan û 100%14 jî bi awayê çekan bûye
Li gor amarên dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com, biryar e dahata van cihan her roj were weşandin.


Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat de

Piştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta  Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê  ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.

Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye  jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”

Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû Kurdistan

Got jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”

Cîgirê  serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket