Asayîşa Kurdistanê û îstixbarata Iraqê biryara rûbirûbûna terorê didin

Kurdistan 07:17 PM - 2024-06-04
Encûmena Asayişa  Kurdistanê û Encûmena Îstixbarata  Iraqê PUKMEDIA

Encûmena Asayişa Kurdistanê û Encûmena Îstixbarata Iraqê

Asayîş Hikumeta Êraqê

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û Encumena Îstixbarata Niştimanî ya Iraqê civîneke hevbeş ji bo gotûbêjkirina şerê li dijî paşmahiyên terorê û bêqanûnîyê kirin û biryarên pêwîst li ser bingehê yasa û berjewendîyên niştimanî yên cîbicîkar dan.

Li gor daxuyaniyeke çapemeniyê ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin ,îro sêşemî 04.06.2024ê li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Celal Şêx Nacî Ajanisî Parastin û Zaniyarî / Zaniyarî  ya Herêma Kurdistanê, Hîwa Ehmed Berpirsê Asayişa Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed birêve çû. 

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser pevguhertina agahiyan, hevahengiya îstixbaratî û pirsgirêkên ewlehiyê gotûbêj kirin û tekezî li ser hevkarîkirina zêdetir di navbera dezgehên ewlehiyê û yekxistina hewildanên îstixbaratê ji bo zêdetir îstiqrar, ewlehî û aştiya li welêt kirin.Her wiha  pêngavên rûbirûbûna bermahiyên teror û bêqanûniyê, rakirina astengên li pêşiya çareseriya pirsgirêkên û dosiyên hevbeş mijareke dinê vê civînê bû ku li ser esasê qanûndaner û berjewendiyên neteweyî hat nirxandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket