Parastin û pêşxistina yekrêziya aliyên siyasî

Kurdistan 04:28 PM - 2024-06-04
Şêx Cafer Şêx Mistefa, Omer Fetah û Dilêr Seyîd Mecîd PUKMEDIA

Şêx Cafer Şêx Mistefa, Omer Fetah û Dilêr Seyîd Mecîd

YNK Herêma Kurdistanê

Sêşeme serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa li navenda encumenê pêşwaziya rêheval Omer Fetah kir.

Di hevdîtinê de ku Dilêr Seyîd Mecîd jî tê de amade bû, Omer Fetah pîrozbahî li Şêx Cefer Şêx Mistefa kir bi boneya destbikarbûna wî li ser erkê wî, piştre her du alî rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotûbêj kirin û tekez li ser parastin û pêşxistina yekrêziya aliyên siyasî yên navçeyê ji bo bidestxistina hemû mafên netewî kirin ku xelkê gelek qurbanî dane.

Di mijareke dinê civînê de amaje bi hewlên berdewam ên YNKê jî hat kirin, ku jiyan û bexteweriyek hêja dide karmendên mûçe ,hemû xelkê Kurdistanê û heta bidest xistina van hemû mafan dê hewldan berdewam bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket