YNKê: Em parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê dikin

Kurdistan 09:32 PM - 2024-06-03
Civata Nûneran û logoya YNKê PUKMEDIA

Civata Nûneran û logoya YNKê

Freksyona YNKê li Êraqê Aborî

Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: “Li gorî qanûna bûdceyê, mûçeyê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye garantîkirin û pêwîst e li gorî biryara Dadgeha Federalî be,ku mûçeyên karmendan bi rêya hesabên bankî be , em parastina mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî emê lêkolînên xwe berdewam bikin.’’

Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê lezê bidin

Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Fraksiyonê Narmîn Marûf got: “Bi pesendkirina yasaya bûdceyê, mûçeyên karmendên herêmê garantî kiriye ku careke din di mijara mûçeyan de  pirsgirêk dernekeve û mûçeyên wan paşde nemîne.’’

“Li gorî biryara Dadgeha Federalî divê mûçe bi rêya hesabên bankê bên parvekirin ,em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî her du wezaretên darayî, lezê bidin bi bankirina  mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek mûçeyên Iraqê, daku mûçeyên mehane di dema xwe de werbigirin.’’ Narmin Marûf got.

Fraksiyona YNKê soza xwe bi cih anî

Fraksiyona YNKê herwiha got: “Mijara bilindkirina asta karmendan , pirsa yeksankirina kesên teqawid, mamoste, xwebexş, mezûnên xwendina bilind û sê derçûyên yekem ên ku mafê wan ê karkirinê heye û mûçeyên wan wek hevtayên wan ên li Iraqê li gorî yasaya birêveberiya darayî û yasayî li Iraqê be. Yasaya bûdceya sala borî tenê tabloyek ji hikûmetê bû, ji ber wê jî Civata Nûneran û Komîteya Darayî nikarîbûn ti tekstekê lê zêde bikin ji ber ku bi yasayê destûr nayê dayîn.Niha  li gorî yasaya bûdceyê, desthilata Encûmena Wezîran heye ku ji bo mûçe yan jî tezmînata wan pereyê pêwîst veqetînin.”

"Em careke din tekez dikin ku em bergiriyê li mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û soza ku me daye wan û çendeya diravê pêwîst be ji bo garantîkirina mûçe û em dê di paşerojê de lêkolînên xwe berdewam bikin heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî. Qanûna bûdceya sala borî tenê tabloyek bû,ji ber vê yekê, Civata Nûneran û Komîteya Darayî nikarîbûn ti nivîsekê lê zêde bikin ji ber ku bi yasayê destûr nayê dayîn, lê em hêvîdar in ku dema wezaret agahîyên tam werbigirin, li gorî yasaya bûdceyê , desthilata Encumena Wezîran heye ku ji bo mûçe yan jî qerebûkirina wan pereyê pêwîst terxan bike.”Her wiha ragihand

"Em careke din tekez dikin ku em bergiriyê li mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û soza ku me daye wan û çendeya diravê pêwîst ji bo garantîkirina mûçe û em dê di paşerojê de lêkolînên xwe berdewam bikin heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî." Got 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket