Meclisa Nûneran bernameya bûdceya 2024an pejirand

Kurdistan 07:17 PM - 2024-06-03
Civata nûnerên Îraqê PUKMEDIA

Civata nûnerên Îraqê

Budçe Freksyona YNKê li Êraqê

Parlamentoya Iraqê îro li ser bûdceyê rûnişt û yasaya bûdceya sala 2024ê ya Iraqê  pesendkirin.Parlamenterekî YNKê ragihand: “Li gorî qanûnê mûçeyên karmendên herêmê dan ser maseyan û ji mesrefa rastîn derbasî lêçûnên sivîl kirin.’’

Ji lêçûnên rastîn derbasî lêçûnên sivîl bûye
Parlamenterê Fraksiyona YNKê di Parlamentoya Iraqê de Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 199 parlamenteran bûdceya sala 2024ê pesend kir.Li gorî yasayê mûçeyên karmendên herêmê dan ser maseyan û ji xerciya rast derbasî lêçûnên medenî bûn û bi vî awayî pirsgirêka karmendên herêmê bi nakokiyên siyasî ji hev cuda kirin. ‘’
20 trîlyon û 910 milyar dînar wek pişka herêmê hatiye terxankirin

Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Bûdceya sala 2024’an mafên mûçeyên karmendan ji bilî 20 trîlyon û 910 milyar dînar wek pişka herêmê garantî dike.’’

Got jî: ‘’Bêhtir ji 11 trîlyon dînar bo mûçeyê fermanberên herêmê hatîye terxan kirin, ji bilî wê yekê jî mûçeyên fermanberên herêmê danî ser maseyan û ji xercîyên rasteqîne bo xercîyên medenî hat veguheztin.’’ Narmîn Merûf got.

Berî niha PUKMEDIA ragihandibû, ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî hewlên xwe ji bo pesendkirina bernameya bûdceya sala 2024 û çarçoveya hemahengiyê zêde kiriye, ji ber ku hikûmet nikare dest ji kar berde ji ber nepejirandina bûdceyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket