Cezayê darayî dibe sedem ku endamên Meclîsa Nûneran beşdarî rûniştinan bibin

Êraq 02:16 PM - 2024-06-03
Civîna Civata Nûneran PUKMEDIA

Civîna Civata Nûneran

Encumana Nûneran

Berî 4 mehan biryara serokatiya civata nûneran bo sizakirina nûneran bi birîna mûçeya wan ya mehane b ji ber beşdarnebûna wan di civînan de ket ware cîbicîkirinê, 170 milyon dînar di meha Şibat û 160 milyon dînar di meha Adarê de hat birîn ji hejmarek ji nûneran li hember nebûna wan di civînên encûmenê û lijneya parlamentoyê de, di mehên borî yên Avrêl û Gulanê de jî, ti parlamenterek nehat cezakirin ji ber pabendbûna parlamenteran bi beşdarî rûniştin û civînên komîteyan dibin .

Cezayê beşdarbûna parlementeran guhert
Di vê derbarê de, parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme Şerîf di daxuyaniyekê de ji malpera PUKMEDIA re ragihand: “Cezakirina Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hêşt ku nûner di rûniştin û civînên komîteyên parlamentoyê de beşdar bin, ji ber ku di mehên Nîsanê de ti pere ji nûneran nehatiye kêmkirin û di meha Gulanê de jî ji bilî rojên betlaneyê .

Çiro Heme Şerîf her wiha got: Her nûnerê ku di rûniştinekê de neamade be, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê daxistin û 500 hezar dînar jî ji mûçeyê wî ji bo beşdarnebûn di civînên komîteya parlamentoyê tê tê birîn.
Jixwe biryar di rêziknameyê de heye
Piştî ku hijmareke zêde ji nûneran beşdarî civînên encûmenê û civînên komîteyan nebûne, Serokatiya civata nûneran biryar da ku mûçeyên wan nûnerên neamade were birîn.

Parlamenterê Serbixwe Yûsif El-Kelabî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re gotibû: "Ev biryar beriya niha di rêziknameyê de heye, lê di vê qonaxê de ji ber ku hin fireksiyonên siyasî civînên Encûmenê boykot kirine, hatiye aktîfkirin.

Got jî: mûçeyê nûnerê 7 milyon dînar e û her meh 8 rûniştinên civata nûneran hene û ji bo her rûniştinekê ku nûner jê dernekeve, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê kêmkirin. 
Hejmara endamên Civata Nûneran di rûniştina wê ya pêncem de 329 e, ku di nav 25 komîteyên herdemî yên parlamentoyê de hatine dabeşkirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket