Yekîtiya Niştimanî hewl dide mafên cotkaran li Bexdadê misoger bike

Kurdistan 12:26 PM - 2024-06-02
Genim PUKMEDIA

Genim

Aborî

Tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hikûmeta herêmê û Encûmena Nûnerên Êraqê de daxwaz ji hikûmeta federal dike ku hemû berhema genimê cotkarên herêmê weke parêzgehên din ên Êraqê radestî hikûmeta federal bike.

Di vê derbarê de Endamê Komîteya Çandinî û Çavkaniyên Avê li civata nûneran Xerîb Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî hewl dide ku hikûmeta federal berhemê genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê werbigire.

Xerîb Ehmed got jî: Wezîrê Çandiniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji carekê serdana paytext Bexdayê kir û ligel berpirsên hikûmeta federalî civiya û bi wan re li ser mijara wergirtina berhemê genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir wek parêzgehên din ên Êraqê.

Bexda li ser dabînkirina genim ji derve bo herêmê guman dike

 

Endamekî fireksiyona Yekîtiya Niştîmanî diyar kir: Gumanên hikûmeta federal li ser hinartina miqdarek mezin genim ji derve û tevlihevkirina genimê cotkarên herêmê hene, lê me ji wan re got ku ew dikarin li ser vê mijarê lêkolînê bikin.

Got jî: Me ji dezgehên peywendîdar ên hikûmeta federal re ragihand, ku genimê Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyon ton tê berhemanîn û divê 750 hezar ton kêmtir werin wergiritin, daku  zirarê nede cotkarên herêmê.

Endamekî Komîteya Çandiniyê ya Parlamentoyê tekez kir ku “Hewldanên Yekîtiya Niştimanî berdewam in ji bo ku hikûmeta federal berhemê genim ji cotkarên Kurdistanê werbigire da ku ziyanek negihe wan.
Deestnîşan kir jî kir Wezareta Çandiniyê tekez kir ku gumana wê heye ku bi awayekî neyasayî li hin deveran genim bike û ji bo cotkaran bi genimê xwecihî re têkel e û got ku “nirxê tonek genim ji aliyê hikûmeta federal ve bi 850 hezar dînarê Êraqî hatiye wergirtin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket