Meclisa Nûneran civîna bo dengdana li ser bernameya bûdceyê li dar dixe

Êraq 12:07 PM - 2024-06-02
Encumena Nûneran PUKMEDIA

Encumena Nûneran

Budçe Encumana Nûneran

Encumena Nûneran biryare sibe Duşemê rûniştina xwe ya asayî ji bo dengdana li ser bernameya yasaya bûdceya federalî ya hejmar 13 ya sala 2024 li dar bixe.

Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Meclisa Nûneran ji bo dengdana li ser bernameya bûdceya federalî ya sala 2024ê bêhnvedana xwe ya yasayî paşxist.

Got jî: fişara serok wezîrê federal Mihemed Şeya El-Sudanî û hin aliyên siyasî hene ku deng li ser nexşerêya bûdceyê bidin da ku kar û barên hikûmeta federalî têk nebin û xizmetguzarî bo welatiyan berdewam bin.

Diyar kir: Dengdana li ser nexşerêya bûdceyê pêwîstî bi amadebûn û dengdana 165 parlamenteran heye û pêwîst e hikûmet li ser deng bide, lewma dixwaze dengdana li ser wan bilez bike.

Nûner Bryar Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: Civîna xwe ya asayî sibê roja duşemê di demjimêr sê piştî nîvro de ji bo dengdana li ser nexşerêya yasaya bûdceya federalî ya sala 2024ê dê li dar bixe.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket