Komîteya Darayî: Xwecihkirina mûçeyên karmendan di bankên hikûmî de
Kurdistan 01:08 PM - 2024-05-29
Dezgeha Ragihandina encumena nûneran
Cîvîna komîteya darayî bi wezîrê darayî û pilandanînê re
Komîteya Darayî ya li Meclisa Nûneran civînek berfireh bi Wezîrên
Plandanîn û Darayî re li dar xist da ku daneyên li ser tabloyên Qanûna Budceya
Giştî ya Federal a sala 2024-an gotûbêj û analîz bikin.
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoyê Mistefa El-Gerawî ji PUKMEDIA'yê
re ragihand: Di civînê de piraniya pirsiyaran derbarê terxankirina dezgehên
hikûmetê, parêzgeh û wezaretan û daxuyaniya bûdceya karkirin û veberhênanê bûn.
Got jî: Di civînê de tekez li ser pêwîstiya bi cîbicîkirina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê bi rêya mûçeyên rasterast bo karmendan hat kirin û pişka herêmê jî wek terxankirî tê hejmartin û bi berçavgirtina ew qerz û pêşhatên ku ji bo herêmê tên dayîn, hêdî hêdî ji wan bê kêmkirin.
Got jî: biryara dadgeha federalî zelal e û divê mûçeyên karmendan
li bankên hikûmetê yên ser bi hikûmeta federalî bên danan û pirojeya (Hesabê
min) ku ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatî cîbicîkirin nayê qebûl
kirin ji ber ku biryara Dadgeha Federal eşkere û zelal e.
El-Gerawî got: Mijara şandina mûçeyên karmendan bi şandina
lîsteyan berdewam nabe, û divê mûçeyên karmendan di bankên hikûmetê yên ser bi
hikûmeta federal de bên çareserkirin.
Di bûdceyê de pişka Herêma
Kurdistanê hatiye diyarkirin
Endama Lijneya Darayî li
Civata Nûneran Dr.Nermin Meirûf di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand:
pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê zêdetirî 20 trîlyon û 910 milyar dînar e ku
14 trîlyon û 840 milyar dînar ji bo xerciyên operasiyonan hatiye terxankirin û
ji vê hejmarê zêdetirî 11 milyar û 500 milyon dînar jî bo mûçe hatiye
terxankirin, ku mehane nêzîkî 965 milyar dînar e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

