Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em ê bi ciddîtir bixebitin

Kurdistan 08:09 PM - 2024-05-28
Rêzdaran ,Xalid Şivanî û Fehmî Burhan Rûpela Fahmî Burhan a Facebookê

Rêzdaran ,Xalid Şivanî û Fehmî Burhan

Madê 140 Wezareta Dadê

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotyaran li herêmên bi nakok xebatên pratîkî tên kirin di vê derbarê de ,Serokê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ragihand:’’Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidîtir kar dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkarên navçeyên nakok.’’

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran komîteyeke bilind hat avakirin
Wezîrê Dadê Xalid Şivanî di kongirekî rojnamevanî de got: "Rêya herî baş ji bo vegerandina mafên cotkaran li deverên nakok, hilweşandina biryarên Dadgeha Sewra ye."
“Betalkirina biryarên hejmara 29’an a Komîteya Karûbarên Bakur jî biryareke din a ku divê di Wezareta Dadê de û ji bo mafên cotkarên herêmên bi nakok bên betalkirin û ji bo vê jî Serokwezîr komîteyeke bilind ava kiriye.’’Wezîrê Dadê yê Iraqê dibêje.
Pêngavên çareseriyê cidîtir in

Serokê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan got: “Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve em hatine erkdarkirin ku em li ser arîşeyên zeviyên cotyaran li navçeyên nakok lêkolînê bikin û di vê derbarê de, me ligel Wezîrên Dad û Çandiniyê yên Iraqê civiyan û me bi zelalî pirsgirêkên zeviyên cotkaran û çandiniyê pêşkêş kirin.’’


Burhan wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotyaran li herêmên nakok û zeviyên wan gav û xebatên me cidîtir in, ji bo cîbicîkirin û çareserkirina pirsgirêkan me careke din nêrîna xwe ya li ser çareseriya pirsgirêkan anî ziman."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket