Kurdistanê nîvê dahata meha Sibatê vegerand Iraqê

Kurdistan 04:15 PM - 2024-05-27
Ala Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û logoya Wezareta Darayî PUKMEDIA

Ala Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û logoya Wezareta Darayî

Hikumeta Êraqê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji dahata xwe ya meha Sibatê vegerandiye Wezareta Darayî ya Iraqê, piştî biryara Dadgeha Federalî ji bo  Herêma Kurdistanê ku gotibû, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê nîvê dahata xwe ya naneftê vegerîne da ku pirsgirêkên meaşê karmendên li herêmê çareser bike û pere bo mûçeyê karmendan yek ji bankên dewleta Iraqê dayîne.

Zêdetirî 85 milyar dînar nîvê dahata neftê ya herêmê ye

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku nusxeyek ji PUKMEDIA re hatiye şandin: “Îro roja duşemê rêjeya (85,199,634) dînar  ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê ya meha Reşemî 2024an, bi pere hatiye razandin jib o  Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê li Şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê, ku %50 ji dahata bacê û gumrikê ya Herêma Kurdistanê ya meha Sibatê ye, li gorî raportên mehane yên nûjenkirî yên bîlançoyê.’’

Wezareta Darayî ya Iraqê di heyama 10 rojên borî de mûçeyên meha Nîsanê yên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye, lê heta niha mûçeyê meha Nîsanê ya beşek ji hêzên ewlehiyê neşandiye.

Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî neke dê pirsgirêkên mûçeyan çêbibin

 Endama Komîteya Darayî ya Herêma Kurdistanê Narmîn Merûf ji PUKMEDIA yê re ragihand: "Wezareta Darayî ya Iraqê pişkinîna lîsteya mûçeyên hêzên ewlehiyê temam kiriye û tê çaverêkirin di demeke nêzîk de mûçeyên wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne."

“Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryarên Dadgeha Federalî ku nîvê dahata neftê vedigere ser darayî ya Iraqê ji bo karmendên mûçeyên yek ji bankayên dewleta Iraqê pêk tîne, cîbicî neke,ji bo şandina mûçeyên meha Gulanê dîsa dê pirsgirêk derkevin.’’ Narmîn Merûf got.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryareke din a Dadgeha Federalî ya li ser vegerandina nîvê dahata neftê ji bo hikûmeta Iraqê cîbicî kir û zêdetirî 85 milyar dînar wek nîvê dahata neftê ya meha Sibatê vegerand.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket