Fireksiyona Yekîtî hewil dide derçûyan bi kar bike
Kurdistan 11:21 AM - 2024-05-23
Ajansan
Derçûyên zanîngehên Herêmê
Fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hewlekê dixwaze xizmeta welatiyan ji hemû
pêkhate û mezheban bike û di vê derbarê li ser erkdarkirina xwendekarên pileyên
yekem yên Herêmê dixebite bi hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
û Hikûmeta Federal de.
Em hewl didin ku derçûyên yekem bi kar bikin
Herêm Kemal Axa, serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî li
Civata Nûneran ji PUKMEDIA re ragihand: Em bi hemahengî ligel Encûmena
Xizmetguzarî û Wezareta Xwendina Bilind a Federalî kar dikin ji bo
destnîşankirina derçûyên bilind li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê.
Got jî: Pirsgirêka naskirina hin zanîngehan heye û biryar hat
dayîn piştî dengdana li ser yasaya Wezareta Xwendina Bilind ev kêşe bên
çareserkirin û em di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê de jî gelek piştgirîya wê
yekê dikin.
Wî jêderî eşkere kir: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi
dijwarî kar dike bo destnîşankirina yekem derçûyan ku hejmara wan 11 hezar
derçûyan e.
Hemahengî bi encumena Xizmetê re
Nûnera Komîteya Xwendina Bilind di Civata Nûneran de Bedriya
Hisên ji PUKMEDIA re ragihand: Em di Komîteya Xwendina Bilind de hewl didin ku
biryara destbikarkirinê bidin ku derçûyên bilind ên zanîngeh û peymangehên
Herêma Kurdistanê werin bikarkirin.
Herwaha got: Em bi berdewamî li gel wezaretên xwandina bilind
ên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di peywendiyê de ne, daku biryara
destbikar kirina derçûyên herêma Kurdistanê jî hebe û ji bo vê yekê me daxwaz
ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku lîsteyek navên xwandekaran bide.
Wê diyar kir: Me li gel endamên Encumena Xizmetguzariyê li Êraqê
axivî û wan ti nerazîbûn li ser destnîşankirina van xwendekaran tinebû, lê wan
lîsteya nav û hejmara wan xwest û me jî ji Wezareta Xwendina Bilind a Herêma
Kurdistanê xwest. Hikûmet navên van xwendekaran ji Encûmena Xizmeta Federal re
bişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

