Şêx Cefer Şêx Mistefa: Em amadene alîkariya UNAMI bikin
Kurdistan 07:48 PM - 2024-05-22
PUKMEDIA
Şêx Cafer û Berpirsê Nû yê Ofîsa UNAMI
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa îro pêşwaziya şandeke nûneratiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) kir ku ji Berpirsê nû yê Ofîsa UNAMI li Herêma Kurdistanê Francis Lanao û Berpirsê Ofîsa UNAMI li Silêmaniyê Karwan Xoşnaw pêkhatibû.
Li gor daxuyaniya Serokê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind a YNKê, wêneyek ji PUKMEDIA re hatiye şandin hatiye : ‘’Serokê Encûmenê rola girîng ya UNAMI li Iraq û Herêma Kurdistanê di van salên dawî de bilind nirxand, ku bi awayekî bêwestan erkên xwe di warên hilbijartinan de cîbicî kiriye, piştgiriya mafên mirovan dike û kar dike ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de û her wiha behsa rol û bandora Xanim Jenine Plaschardt kir got: "Ew hertim bi xem bûye derbarê çareserkirina pirsgirêkan de û hertim pêşniyarên guncaw pêşkêşî aliyên Iraqî û di nav wan de aliyên Kurdistanî kiriye.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokê Encûmenê amadehiya xwe ji bo hêsankirina kar û çalakiyên ofîsa UNAMI li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwest ku bi awayekî serkeftî karê mezin ku dest pê kiriye bi cih bînin. Li hember de jî Serokê UNAMI li Herêma Kurdistanê spasiya helwesta Serokê Encûmena Paraztina Berjewendiyên Bilind kir û hêvî xwest ku bi rêya UNAMI ve xizmeta gelê Kurd bike, bi taybetî di warên pêwendîdar bi kar û barên nûneretiya wan de.’’
Serokê Lijneya Parastina Berjewendiyên Bilind serdana Navenda Lêkolînên Giştî dike
Ji aliyê din ve Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana Navenda Lêkolînên Giştî kir û bi berpirsê wê re Yûsif Goran re civiya .
Di hevdîtinê de Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind pîrozbahî li navenda lêkolînên giştî kir ji bo erkên wê û wan han da ku di hemû waran de xizmeta gelê Kurd bikin û lêkolîn, rapirsî û zelalbûna zêdetir li pêş serkirdayetiya YNKê bikin.
Ji aliyê xwe ve serokê desteya lêkolînê şêwazên nû yên karkirina navendan ji serokê encûmena parastina berjewendiyên bilind ên YNKê û şanda pê re rave kir.
Di beşeke din ya vê serdanê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê bi giştî û pirsgirêkên têkildarî hilbijartinên bê yên parlementoyê û çendîn mijarên din hatin nirxandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

