YNK ti carî alîgirê nemana kursiyên pêkhatan nebûye
Kurdistan 01:03 PM - 2024-05-21
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîre
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim berevaniya mafên civakên li Kurdistanê kiriye û armanca wê jî hebûna nûnerên xwe di Parlamentoya Kurdistanê de bûye. Peyvdarê YNKê di derbarê biriyara Desteya Dadwerî jib o vegerandina 5 kursiyên pêkhatan got: “Em rêzê li biryarên Dadgeha Federalî û Dezgeha Dadwerî ya Hilbijartinan digirin û YNK ti carî li gel nebûna kursiyên civatê li Parlamentoya Kurdistanê nebûye.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re wiha got: "YNK'ê ti carî daxwaza windakirina kursiyên kpêkhatan li Parlamentoya Kurdistanê nekiriye, berovajî vê biryara Dadgeha Federalî ya li ser windakirina kursiyên pêkhatan, encama xebata pekhatan li Parlamentoya Kurdistanê bû."
Pîra got: ‘’YNK rêzê li biryarên Dadgeha Federalî ya derbarê kursiyên pêkhatan di Parlamentoya Kurdistanê de digire û em dixwazin nûnerên xwe yên rastîn li Parlamentoya Kurdistanê hebin.’’
YNK bi israr e ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin
Her wiha YNKê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di roja ku ji aliyê serokê Herema Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de tekez dike, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hikûmet û parlamentoyeke bibandor heye ku tenê bi lidarxistina hilbijartinan pêkan e.
Di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan tên terxankirin, bi vî awayî; Li Hewlêrê du, li Silêmaniyê du û li Dihokê jî yek kursî.
Pêkhatan bê beş nabin ji heqê xwe
Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, ku girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ye, di bersiva hejmareke skalayan de ku ji aliyê pêkhatên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, biryar da ku di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan bên terxankirin. Yanî 95 kursî dê giştî bin, pênc kursiyên din jî dê girêdayî pêkhatan bin.
Li dû tekista wê biryarê ku duhî (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:
1. Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
2. Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
3. Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.
Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay Îro ragehand, “Piştî biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, careke din Encûmena Komisyaran bi merema rêkxistina parvekirina 95 kursiyên din ên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dicive, piştî ku pênc kursî di çarçoveya 100 kursiyan de ji bo pêkhatan hatin terxankirin”.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

