Komîsyon dê 5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyên Kurdistanê diyar bike
Kurdistan 12:00 PM - 2024-05-21
PUKMEDIA
Hilbijartin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku ji 100 kursiyên şeşemîn civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê 5 kursî ji bo pêkhatan tên veqetandin û ragihand: "Pêkhat para xwe ji 100 kursiyên ku hatine veqetandin heye û nehatine paşguhkirin,komîsyonê pabendî biryarên dadweriya hilbijartinan e.’’
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Ji pênc kursiyan 2 kursî bo civatên Silêmaniyê, 2 kursî bo Hewlêrê, kursiyek bo Duhokê, 2 kursî bo mesîhî û tirkmenan yê Silêmani, 2 kursî bo mesîhî û tirkmenên Hewlêrê û yek jî bo mesîhiyên li Duhokê.’’
Sê kursî ji bo mesîhiyan û 2 jî ji bo tirkmenan in
Cumana Gelayî ragihand: “Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan li ser biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan 5 kursî ji bo pêkhatan diyar kir û komîsyon dê pabendî wê biryarê be. Li gorî parvekirina pênc kursiyan, sê kursî bo mesîhî û 2 kursî jî bo turkmen in.’’
Komîsyon bi biryara jûriyê ve girêdayî ye
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê wiha got: “Encûmena komisyonan dê bicive û li ser biryara desteya dadwerî ya ji bo destpêkirina proseya şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û biryara komîsyona dadweriyê jî pabend be û bêguman bersiva biryara desteya dadwerî bide û cîbicî bike.’’
Hilbijartinan di dema xwe de pêk bînin
Her woha got:’’Wê komîsyon li ser mijara lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di roja 10-6-2024 de gotûbêj bike, ji ber ku hinek dereng ketine û ev paşdexistin dê bandorê li bernameya karê komîsyonê bike, lê di dawiyê de biryara dawî ji komîseran re ye.’’
Kursiyên pêkhateyan dê li gorî hejmara kursiyên her çar herêmên hilbijartinê bin
Roja 7-5-2024, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, li ser şikayeta Mesrûr Barzanî ji bo rawestandina cîbicîkirina xala duyem a madeya (2) ya sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteya, Namzetên hilbijartinên 2024ê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jimare [7],ku tê de hatiye ku parlamentoya Herêma Kurdistanê ji (100) kursî pêk tê û li ser van herêman hatiye parvekirin : Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Duhok: 25 kursî û Helebce 3 kursî.
Ji wan 100 kursiyan, 2 kursî bo civatên Silêmaniyê, 2 kursî bo Hewlêrê, kursiyek bo Duhokê, wate 2 kursî bo mesîhî û tirkmenan yê Silêmani, 2 kursî bo mesîhî û tirkmenên Hewlêrê û yek jî bo mesîhiyên li Duhokê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

