Serok Bafil: Em li dijî hewldanên astengkirina hilbijartinan in

Kurdistan 09:18 AM - 2024-05-14
Serok Bafil û Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên R.Navîn û B.Afrîkayê  Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên R.Navîn û B.Afrîkayê

Pêyiwendiyên Dîplomasî YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê bi Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGork re civiya.

Di civîna ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê bûroya Peywendiyên Derve YNKê  hat lidarxistin, behsa bûyerên dawî û guhertinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn hate kirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî de hate kirin,ji bo parastina aramiyê, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û pêşxistina demokrasiyê li herêmê.

Serok Bafil Celal Talebanî got ku hilbijartinê parlemena Kurdistanê  mafekî bingehîn ê welatiyana  û stûneke girîng a demokrasiyê ye û gaveke girîng e ji bo nûkirin û guhertina di proseya hikûmraniyê de. Ji ber wê jî em li dijî hemû hewlên ku rêgiriyê li pêşiya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane bikin û metirsiyê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê û pêşketina wê çêdike .

Derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge û hewlên hevpeymaniya navdewletî bi taybetî Amerîka bo çekdarkirin û bilezkirina proseyê jî Serok Bafil got:’’hewldan giring in û em rêzê lê digirin, berdewambûna hevkariyê, hevahengiya serbazî û istixbaratî ya di navbera hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya navçeyê dûpat dikin.’’

Serok Bafil amaje bi pêngavên rêkevtina nû ya di navbera Îraq û Amerîka de jî kir û got: ‘’Pêwîste hemû pêngav di çarçoveya parastina berejwendiyên bilind û netewî de bin û biryar jî ji bo aramî û bexteweriya welat bin.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket