Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13
PUKMEDIA
Dînarên Êraqî
Radest nekirina dahatên ne
neftê û neavêtina gavên cidî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dayîna
mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku biryara Dadgeha Federalî ye, şandina
mûçeyên meha Nîsanê yên karmendên Hikûmê ji Bexdayê paşxist. Biryarderê
fireksiyona yekîtî li encumena nûnerên Êraqê dibêje: Cîbicîkirina biryarên
Dadgeha Federalî mercê şandina mûçeyên Bexdayê ye.
Xwecihkirin û dahatên ne naftî sedem inBiryarderê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta Êraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federalî ya derbarê şandina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xemsar dibîne.
Herwaha got: Li gor lêkolînên min, Bexdad ti pirsgirêkek bi pere û lîsteya mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê tineye û amade ye mûçeyên karmendan bişîne piştî cîbicîkirina biryarê dadgeha federal ji aliya Hewlêrê ve.
Pêngavên herêmê ne weke ku divê binEndamê Lijneya Darayî li Parlamentoya Êraqê Soran Omer di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIAyê re ragihandibû: Pêngavên hikûmeta herêmê derbarê cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federalî ne weke ku tê xwestin û ev yek jî sedema sereke ya paşxistina mûçeyên herêmê ji aliyê Bexdayê ve ye.
Soran Omer got jî: Sedemek din jî ew e ku lîsta mûçeyên ku Darayîya Herêmê mehane ji bo Darayîya Federalî dişîne, gelek kêşe hene û çareserkirina vê pirsgirêkê jî bi cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federalî ve girêdayî ye.
Di ser wergirtina mûçeyên meha Adarê re 40 roj derbas bûnNêzîkî 40 roj bi ser wergirtina mûçeya meha Adarê re derbas bûye lê heta niha dema şandina mûçeyên meha Nîsanê nehatiye diyarkirin û di çend rojên din de hikûmeta federal dê dest bi dana mûçeyên meha Gulanê bike.
Di 21ê Sibatê de, Dadgeha Federalî biryarek derxistibû û hikumetên Herêm û Bexdayê neçar kiribûn ku mûçeyên karmend, xanenişîn û wergirên tora parastina civakî li Herêma Kurdistanê bi cih bikin , ew jî bi rêya xwecihkirina mûçeyan û “Li bankên hikûmeta federal ên li derve kar dikin” û ji parê herêmê ku li gorî yasaya bûdceya îsal hatiye diyarkirin, bê kêmkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

