Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Kongresman Brad Schneider
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê li gel endamê komîteya derve ya civata nûneran (Demokrat) Kongresman Brad Schneider civiya.
Di civîna ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Peywendiyên Derv , pêşhatên dawî yên li deverê de hate nirxandin û tekez li ser berdewamiya hewlên navnetewî bo parastina aramî û asayîşa deverê hate kirin.
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî jî ragihand, berdewambûna diyaloga berpirsane di navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, faktora sereke ye ji bo bidestxistina aramiyê û arastekirina welat ber bi geşbûnê ve. Ji bo vê jî divê her kes berjewendiyên netewî pêş bixe û xebat di xizmeta gel de be.
Mijara teror û berdewamiya alîkariyan bo hêzên Pêşmerge mijareke dinê hevdîtinê bû û di vê derbarê de Serok Bafil got, em tekez li ser çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge di nava hêzeke niştimanî û netewî de dikin. Berfirehkirina hemahengiya serbazî di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û hevpeymaniya navdewletî de dê bibe sedema aramiya zêdetir li navçeyê û ji holê rakirina metirsiya terorê li ser jiyana xelkê.
Di dawiya hevdîtinê de Serok Bafil balkişand li ser parastina mafên destûrî yên gelê Kurd li Iraqê û amaje bi wê yekê jî kir ku baştirîn bijarde ji bo guhertina di proseya hukimdariyê de û ber bi herêmeke demokratîk û geştir ve hilbijartine, ku em tekezî li ser lidarxistina wê di dema xwe de dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

