Ji ber şewatê bazirganên Hewlêrê bi milyonan dolar zerar dîtine
Kurdistan 12:57 PM - 2024-05-06
PUKMEDIA
Agirê li bazara Hewlêr
Şewateke mezin li Bazara
El-Qeyserî ya ku yek ji bazarên kevnar ên bajarê Hewlêrê ye derketiye û dîroka
wê nêzîkî 200 salan e li bazarên Hewlêrê, ku ziyaneke mezin gihandiye karsaz û
xwediyên dîkanan, ku bi milyonan dolar tên texmînkirin.
Di encama şewata şeva borî
Yekşemê 5/5/2024 de, nêzîkî 370 dîkan şewitîn û hejmareke din jî ziyan dîtin.
Çar şewatên mezin û 650 dîkan şewitînQaêmmeqamê Hewlêrê Nebz Ebdulhemîd îro danê sibê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Lêkolîn li ser rewş û sedemên derketina agir li Bazara Qeyserî dest pê kiriye û heta niha sedema sereke ya derketina agir ne hatiye zelalkirin û sedema belavbûna wan şewatan jî xemsariya hin xwediyên dikanan e ku kelûpelên xwe li derveyê dîkanên xwe dihêlin û wan bi perdeyan pêç dikin.
Ji destpêka îsal ve 4 şewatên mezin li bajarê Hewlêrê derketine, ku 2 ji wan li bazara Lenge û ya sêyem jî li bazara Şêx Allah û ya çarem li devera pîşesazî ya li bakurê bajêr bûye 650 dikanên bazirganî şewitîn û zêdetirî hezar dîkanên din jî zirar dîtin.
Bi gotina rêveberê beşê teknîkî li rêveberiya berevaniya sivîl li Hewlêrê Koçer Ebdullah, di sala 2024ê de nêzîkî 330 şewat li Hewlêrê rûdane û piraniya wan şewatan jî ji ber xemsariya welatiyan û rêznegirtina şert û mercên ewlehiyê ye.
Li gorî şopandinên PUKMEDIA, heta niha ji bo kesên ku di van şewatan de zirar dîtine ne hatine qerebûkirin ji ber ku zirarên wan bi milyonan dolar tê texmînkirin, guman heye ku li pişt van şewatan dest hene ji bo destdanîn li ser milkên wan.
Di 5ê Tebaxa 2018an de jî agirekî mezin li bazara Lenge ketibû û di encamê de 300 dîkan şewitîn û ziyana wê demê bi dehan milyon dolar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

