Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin

Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05
Mûçe PUKMEDIA

Mûçe

Mûçe

Karmendên Herêma Kurdistanê li benda dana mûçeyên meha borî ne, di dema ku hikûmeta federal dest bi dana mûçeyê meha Gulanê ya niha kiriye, endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoyê tekez dike ku sedema paşxistina mûçeyê karmendan ji ber kêşe di lîsta mûçe de ye.

Pirsgirêk di lîsteya mûçeyan de
Nûnerê Lijneya Darayî ya Parlamentoyê Soran Omer ji PUKMEDIA re ragihand: Sedema paşxistina mûçeyê meha çarem a karmendan ji ber kêşe di lîsta mûçe de.
Got jî: dana mûçe girêdayî wê yekê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê heta çi radeyê bersiva daxwazên hikûmeta federalî bo radestkirina dahatên federalî û cîbicîkirina proseya xwecihîkirina mûçeyên karmendan bide.

Xwecihkirin di bankên hikûmetê de
Soran Omer dibêje: Biryara Dadgeha Federalî zelal û eşkere ye û divê mûçeyên karmendan di bankên hikûmetê yên ser bi hikûmeta federalî ve were cwecihkirin.

Got jî: Xwecihkirin divê di bankên hikûmetê de be, lê piştî wê jî dabeşkirina mûçeyan bi rêya dezgehên taybet û bankan dibe.

Şandina lîsta mûçeyan
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, lîsteyên mûçeyên karmendan di21.04.2024ê dê ji Wezareta Darayî ya Federal re were şandin û biryare piştî bidawîhatina lêkolînan ji aliya wezareta federal ve mûçe wê werin şandin.
Li gorî şopandinên PUKMEDIA’yê, hejmara mûçeyên Herêma Kurdistanê li gorî sîstema tomarkirina biyometrîk milyonek û 249 hezar û 481 karmend e.

Lîsta pile bilindkirin tên amadekirin
Rêvebirê giştî yê bûdceyê li wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê Aram Ebdula ji PUKMEDIA re ragihand: Me daxwaz ji hemû wezaretan kir ku heta 1/5/2024 lîsteyên bilindkirina pila karmendan amade bikin, daku li gel Wezareta Darayî ya Federalî li ser gotûbêj bikin. dest bi pêşxistina karmendan li Herêma Kurdistanê bikin.

Got jî: Lîstenameya pile bilindkirina karmendan li Herêma Kurdistanê cuda ye ji ya ku di Wezareta Darayî ya Federal de heye, ji ber wê jî divê danûstandin ligel hikûmeta federalî hebe ji bo çareserkirina vê pirsê, eger hikûmeta federal razî bibe dest bi pile bilindkirina karmendan bike, em amade ne ji bo destpêkirina pêvajoyê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket