Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01
PUKMEDIA
Cumana Gelayî
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand:“Hemû gotegotên ku dibêjin komîsyonê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê rawestandiye ne rast in û em amadekariyên xwe berdewam dikin.’’
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û hemû gotegotên derbarê rawestandina amadekariyên komîsyonê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne rast in.’’
"Weke dema borî, komîsyon amadekariyên xwe berdewam dike û parve kirina kartên dengdanê li navendên me yên dengdanê li Herêma Kurdistanê berdewam e û li 173 navendên tomarkirina tomaran li Herêma Kurdistanê jî karê parve kirina kartên biyometrî berdewam dike û komîsyonê dest ji karê xwe bernade." got.
Li gor zanyariyên PUKMEDÎAyê, heftiya borî li Iraqê 52 hezar û 109 kartên biyometrîk ji bo dengderan hatine dayîn, ji wan 37 hezar û 373 kartên Herêma Kurdistanê ne, ji wan 15 hezar û 758 kartên biyometrîk ji bo dengderên Silêmaniyê hatine dayîn.
Li gor biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê, şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 10ê Hezîranê tê lidarxistin.Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên din ên Kurdistanî ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadebûna xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wê rojê de ragihandine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

