Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01
PUKMEDIA
Rêwaz Fayîq endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê û fireksiyonên Kurdistanê li Civata Nûneran nerazîbûna
xwe bi tundî li ser paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare
di 10ê Hezîranê de birêve biçe piştrast kir û daxwaz ji desthilatên federal kir
ku li hember vê mijarê rawestin û helbijartinan di demê xwe de misoger bikin.
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku ew piştevaniya
lidarxistina hilbijartinan di dema diyarkirî de dikin, ji ber ku hemû pêkhate û
bingeh li Herêma Kurdistanê hene ji bo lidarxistina hilbijartinan.
Em li ser lidarxistina hilbijartinan pabendin
Rêwaz Fayîq endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ji rojnameya Kurdistan Newê re ragihand: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de dike.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî pabend e bi naveroka biryarnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê ku roja 10-6-2024ê bo lidarxistina hilbijartinan hatiye dayîn û ev jî mafê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. ji bo hilbijartina nûnerên xwe ji bo parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû.
Hemû pêdivî li ber destin
Dr.Rêwaz got jî Encumenê di civîna xwe ya dawî de piştevaniya xwe bo lidarxistina hilbijartinan di demê xwe pişt rast kir.
Herwaha got: Em di wê baweriyê de ne ku hemû pêkhate û bingeh hene bo pêkanîna helbijartinên saxlem li herêma Kurdistanê û em pabend in bi wan bingehên demokratîk ku mafê dengdanê bidin welatiyan.
Paşxistin ne di destê serokatiya Herêmê de ye
Herweha Fayq got jî: Eger hilbijartin di roja diyarkirî de neyên kirin û serokê herêmê jî desthilata xwe bikar bîne û biryara herêmê paşde bikişîne û biryara paşxistina hilbijartinan bide, wê demê ez di wê baweriyê de me ku ev mijar ne di desthilata wî de ye.
Wê got jî: Ez wek kesekî yasayî piştrast dikim ku paşxistina hilbijartinan ne di desthilata serokê herêmê de ye, lê destnîşankirina roja wan tenê desthilata wî ye.
Em ji bo hilbijartinan amade ne
Me wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û bi hemû ofîs û saziyan hemû erk û amadekariyên xwe yên lojistîkî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 10.6.2024ê de temam kirine.
Got jî: ji bo me pirose gihiştîye qonaxên xwe yên dawî û em hêvîdar in ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û welatî vê derfetê ji dest nedin, ji ber ku paşxistina hilbijartinan dibe sedema lawazbûna pêkhateya sîyasî ya herêmê. ji ber nebûna saziyên rewa yên rasteqîne li Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

