Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24Ala Kurdistan û Êraq
Careke din mijara azadî û
mafên mirovan li Êraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî nerênî di raporta salane
ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de cih girt û di raportê de tê gotin ku rewşa
mafên mirovan û azadiya rojnamevaniyê ber bi paşveçûnê ve berdewam e.
Tengkirina qada azadiyêRapora salane ya ku roja 22.04.2024ê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye belavkirin dibêje ji ber tengkirina azadiyan di sala 2023an de ji aliyê hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rewşa mafên mirovan gelek xirab bûye.
Raporê amaje bi wê yekê jî kir: heta meha Gulana sala 2023ê, 345 rewşên reftarên xirab li gel rojnamevanan li seranserî Êraqê hatine tomarkirin û piraniya wan rewşan li Bexda û Hewlêrê hatine tomarkirin.
Di raporê de hatiye: Hêzên ewlehiyê yên desthilata hikûmetê gelek xwepêşander û çalakvan girtine, ji bilî girtina bikarhênerên torên civakî bi sedema belavkirina naverokên xerab, û bi van girtiyan re wek terorîstan didin û distînin.
qutkirina înternetêRapora Amerîkî zêde dike: Li gorî raporên rêxistinên civaka sivîl ên berevaniya mafên rojnamevanan: Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xetên Înternetê qut kirin û qanûnên nenas ji bo cezakirina hin çalakvanan bikar anîn.
Rapor dibêje: Rêxistinên civaka sivîl piştrast dikin ku her du hikûmet û hêzên girêdayî wan rûpelên medyaya civakî yên çalakvanan dişopînin û ji ber wan tiştên ku belav dikin rûbirûyê acizî û tawankariyê dibin.
Kuştin û tundî
Rapora
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: Bûyerên ku qewimîn kuştina bi mebest,
kuştinên bê dadwerî, revandin, îşkencekirin, cezayên hovane bûn.
Rapor
dibêje: Ji tiştên ku li Êraqê dijî mafên mirovan hatine kirin ev in: girtina
bêserûber, destwerdana ne yasayî di parastina agahîyan de, û sizakirina malbatê
bi tevahî ku endamek tê de her tawanek dike, ji bilî êrîşên giran, di nav de
êrîşên ku dibin sedema mirinê. û zerar li welatiyên sivîl, û sînordarkirinên
cidî li ser azadiya derbirînê û ragihandinê, tehdîdkirina rojnamevanan, girtina
wan, û bi awayekî neyasayî lêpirsîna wan, sînordarkirina azadiya Înternetê,
sînordarkirina tevgerê, tundûtûjiya li ser bingeha zayendî, û tundûtûjiya nav
malê, ji bilî gelek tiştên din ku di sînordarkirina azadiyan û binpêkirina
prensîbên mafên mirovan de gelek alîkar bûne.
Gendelî
Derbarê
dosyaya gendeliyê li Êraq û Herêma Kurdistanê, raporta Wezareta Derve ya
Amerîkayê dibêje: Gendelî gellekî wek astengek li pêşiya birêveberiya baş heye
û li ser hemû astên saziyan heye, ji wan gendelî, şûştina pereyan, peywendiyên
xizmtiyê û nebaş bikaranîna serweta giştî di hemû astên hikûmetê de.
Di raporê de
hat gotin: Bi berçavgirtina têkiliyên xizmî, mezhebî û eşîran bandoreke neyînî
li ser biryarên hikûmetê di hemû astan de kir û operasiyonên gendeliyê ji aliyê
xelkê ve bêyî ti ceza û rêgiriyê hatin kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
09:27 PM - 2024-05-05 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:41 AM - 2024-05-05
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
08:32 PM - 2024-05-04
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
zortrin xwendraw
-
Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 -
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
Kurdistan 09:27 PM - 2024-05-05 -
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:41 AM - 2024-05-05