50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24
PUKMEDIA
Qeledizê
Îro 50 sal
ji bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rêjîma Beis ve di sala 1974an de
derbas dibe, ku di encamê de çend welatî û xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê
şehîd û birîndar bûn.
Beriya 50
salan rêjîma Beisê bi bomberankirina zanîngeha Qeladizê û Silêmaniyê 163 kes
şehîd bûn ku 9 ji wan xwendekarên zanîngehê bûn û nêzîkî 300 kes jî birîndar
bûn.
Di sala
1982’an de, di bîranîna 24-4’an de, gelê berxwedêr yê Qeladizê li dijî rêjîma Beisê
serî hilda û aliya rêjîmê bi guleyan bersiv dan û di encamê de 2 kesên bi navê
Xwişk Snewber û Dayika Amîne şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Pişderê ya ser bi devera Raperînê, di
hemû salekê wek roja îro de merasîma bîranîna salvegera bombebarankirina rêjîma
Beis tê li darxistin û ew komkujî tê şermezar kirin.
Her weha di demjimêr 9.45 deqe de danê sibê ji
aliyê firokeyên cengî yên rêjîma Êraqê a hilweşayî ve bombekirineke kîmyawî bi
çekên napalim ku çekeke qedexekirî ye li ser gelê kurd li hundir bajarê
Qeledizê pêkhat.
Her weha ew lêdana Napalmê li piraniya sazî û
cihên girîng ên xizmetgûzarî û sivîl ku di nava bajarê Qeledizê ku li ser
serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê û beşên navxwe ên xwendekarên zanîngehê û
nexweşxaneya Qeledizê hatibû kirin.
Ew êrişa hovena ya rêjîma Sedamê xwînmij ku bi
armanca valakirina navçeyê bi giştî ji gelê kurd di heman êrişê de 27 malên
sivîlan û 40 firoşgehên sivîlan kirin armanc. di encamê de komkujiyeke
metirsîdar çê bû ku 162 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 300 welatî jî ku
piraniya wan zarok û kal û pîr bûn jî bi giranî birîndar bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

