Doza girtina kampa penaberan li pêş Dadgeha Federalî ye

Kurdistan 02:45 PM - 2024-04-21
Kampên penaberan PUKMEDIA

Kampên penaberan

Koçber

Dadgeha Federal a Iraqê dê giliya Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê li dijî rêgirtina li vegera penaberên Herêma Kurdistanê bike.Rêveberê fermangeha parêzgehan a Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê got: "Em pabend in bi dema ku Encûmena Wezîrên Iraqê ji bo vegera penaberên Herêma Kurdistanê bo malên xwe diyar kiriye."

Li gorî parêzgehên Hewlêr û Duhokê, parêzgeha Silêmaniyê dê vegerandina penaberan hêsan dike û 30 hezar malbatên penaber li kampên herêmê mane.

Li gorî Hewlêr û Duhokê, li Silêmaniyê tişt hatin hêsankirin
Rêveberê Fermangeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Samer Meşkur ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li parêzgeha Silêmaniyê ji Hewlêr û Duhokê zêdetir alîkarî û asankariya em werdigirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku kampên Hewlêr û Duhokê di bin kontrola Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.’’

Samer Meşkur got: "Hikûmeta Iraqê dê çar milyon dînar, sarincek, televizyonek û sobeyekê ji her malbateke penaber re dabîn bike û vegera wan bo warê xwe hêsan bike û hewl didin heta roja 1-7-2024 hemû penaberan vegerînin, ji ber ku ti metirsî li ser jiyana wan li ser welatê wan nîne.”
Iraq teşwîqê vegera penaberan dike
Hikûmeta Iraqê berdewam li ser teşwîqkirina vegera penaberan û pêşkêşkirina her cure alîkariyan ji wan re, ji ber wê jî xerciya rojane ya vegerandina bi dehan malbatên penaber û dabînkirina erd, pere û gelek derfetan ji wan re heye.

Serokê Lijneya Koç û Koçberan li Parlamentoya Iraqê Ronzî Ziyad Sîdo ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; "Vegera penaberan bo malên xwe berdewam e û Wezareta Koç û Koçberan dê asankariya vegera wan bo penaberan bike, di vê çarçoveyê de 4 milyon dînar û pariyek zevî ,pêşkêşkirina kar di wezaretan de weke teşwîqek ji bo penaberan e.’’

Ronzî Ziad Sîdo got: "Hikûmeta Iraqê tekezî li ser vegera penaberan bo malên xwe dike û hewl dide xizmetguzarî û nûavakirina deverên wan pêşkêş bike."
Li herêmê 30 hezar malbat koçber bûne
Rêveberê beşa parêzgehan a Wezareta Koç û Koçberan got: “Nêzîkî 30 hezar malbatên penaber li 21 kampên Herêma Kurdistanê mane, ji wan 16 li Duhokê, 5 li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê.”
Wezîrê Koç û Koçberan gilî kir
Li gorî plansaziya civînên Dadgeha Federalî, roja Yekşemê 21-4-2024 ji bo çareserkirina giliya Wezîrê Koç û Koçberan û Penaberan “Îvan Fayeq” li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokwezîr û wezîrê navxwe glî kir.

Şikayetkar daxwaz kir ku pêwîstiyên malbatên penaber bên dabînkirin û barê wan bê kêmkirin, her wiha girtina kampan û vegerandina xwebexş a penaberan di dema xwe de, li gorî biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê di dema xwe de be.
Wezîrê Koç û Koçberan: Divê penaber bê dereng vegerin malên xwe
Pêştir Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq Cebro bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Serokê UNHCR Gulam Mihemed Îshaq re civiyabû û ragihand: "Em pabendî biryara serokwezîr in û divê penaberên kampên Herêma Kurdistanê di dema xwe de û bê paşxistin vegerin malên xwe, bi taybetî ku niha asayîşa parêzgeha Nînowa bi awayekî baş tê parastin."
Muhlet hatiye diyarkirin

Civata wezîrên Îraqê biryar da ku roja 30-6-2024 bibe dema dawî ya vegera hemû penaberên li kampên herêma Kurdistanê.Lê ji ber azmûnên dawîn ên pola 12, dema vegera penaberan ji bo 30-7-2024’an hat paşxistin.

Vegera penaberan li Herêma Kurdistanê berdewam e, lê li gorî giliya Wezîrê Koç û Koçberan li Dadgeha Federalî, li parêzgehên Hewlêr û Duhokê astengî li pêşiya vegera penaberan hene.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket