Ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê: Divê hilbijartin bên kirin

Kurdistan 07:25 PM - 2024-04-16
Ala Kurdistanê, Koşka Spî ya Amerîka, dengdan PUKMEDIA

Ala Kurdistanê, Koşka Spî ya Amerîka, dengdan

Amerîka,Birîtaniya,Aştî Hilbijartin

Serokê Amerîka Joseph Biden bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civiya û li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên şefaf û adil li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke demokratîk de gotûbêj kirin.

Koşka Spî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyar kirin de ye û daxwaz dike ku êdî hilbijartin neyên paşxistin.

Koşka Spî: Biden piştgiriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike

Koşka Spî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, Serokê Amerîkayê Joseph Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdan roja Çarşemê li Washingtonê civiyan û  Serokê Amerîkayê piştgiriya xwe bo hilbijartinên azad, adil û şefaf li Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşxistina demokrasiyê li Iraqê nîşan da.

Serok Bafil:Hilbijartin dê bingehên demokrasiyê xurt bike

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya Banû Anu Sarela Balyoza Fînlandiya li Iraqê kir.

Di derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hilbijartinên dadmend di dema xwe de bên lidarxistin û bibe çavkaniya aramiya siyasî, pêşketin û bihêzkirina bingehên demokrasiyê li herêma me.

Talebanî: Divê hilbijartin bên kirin û êdî paşve neyê xistin

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Gringanti civiya û pêşhatên dawî yên di warê siyasî de bi taybetî pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr xema  xwe ya derbarê proseya hilbijartinên bê ya Parlementoya Kurdistanê de ji bo aktîv kirina desthilatên yasadanîn bo xizmet kirina zêdetir ji welatiyan nîşan da û tekez li ser vê yekê kir ku em tekez li ser nêrîna xwe dikin û pêwîste hilbijartin were kirin.

Buroya Hilbijartinê û Neteweyên Yekbûyî : Hilbijartinan di dema xwe de pêk bînin

Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY)  tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de kirin.

Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Hema bi amadebûna Serokê Desteya Kargêriya Hilbijartinan Hakim Sabir pêşwaziya Tîma Alîkariya Hilbijartinan a Neteweyên Yekbûyî kir.Şandeya Neteweyên Yekbûyî ji Serokê Desteya Hevkariya Hilbijartinê û şêwirmendan  Hacî Nawrot, Crîto Dela Cruz û Aso Kakeyî pêk dihat.

Her du aliyan  behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî kirin û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de kirin.

Roja 3-3-2024, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo cara çarem biryarek da ku şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10-6-2-2024an de birêva biçe.Di hilbijartinan de du hevpeymanî, 10 partî û 57 berbijêrên serbixwe beşdar bibin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket