Komîsyon: Kampîna propagandaya hilbijartinên Kurdistanê dest pê dike.
Kurdistan 02:54 PM - 2024-04-11
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Serokê Encumena Komisyonan di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
ragihand ku proseya pişkinîna navên namzedên hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê ku biryar e di 10ê Hezîrana bê de bên lidarxistin, piştî cejna
Remezanê dê dest pê bike.
Dadwer Omer Ehmed, Serokê Encumena Komisyonên Komisyona
Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand:
“Piştî Cejna remezanê proseya pişkinînê navên namzedên hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike û her namzedek ku bi mercên qanûnî ne
pabend be wê were dûrxistin.
Dadwer Omer Ehmed her wiha got, "Dema ku her namzedek
were dûrxistin, divê partiya ku ew destnîşan kiriye, di nava du rojan de
namzedekî din pêşkêş bike" û da zanîn ku, piştî pesendkirina navên
namzedan, dê kampîna propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê
bike. tê pêşbînîkirin ku zêdetirî mehekê berdewam bike.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan tîropişkek ji bo dayîna hejmarên hevpeymanî, partiyên siyasî û
lîsteyên takekesî yên ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de beşdar
bûne, pêk anî.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
ragihand ku 10 partî, 2 hevpeymanî û 587 namzedên serbixwe ji bo beşdarbûna
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê navên xwe tomar kirine.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li her
çar bazneyên hilbijartinên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebce hejmara 129’an
wergirt.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Rizgar Hecî Heme ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî ku me hejmara 129
ji bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wergirt, Yekîtiya
Niştimanî li gorî karnameyê amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê berdewam dike. bernameya wê amade kir.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
amadekariyên temam bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike,
ku biryar e 10/6/2024 birêve biçe.
Got jî: Roja 31.03.2024, Yekîtiya Niştimanî bi
fermî lîsteyên namzedên xwe yên li nav sînorên hemû bazneyên hilbijartinan
(Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce) pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan kir û hemû amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê me temam kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

