Serok Bafil: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nayên paşxistin

Kurdistan 04:35 PM - 2024-04-07
Serok Bafil Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Talebanî

Serok Bafil Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê helwesta xwe ya derbarê hilbijartina şeşemîn dewreya Parlamentoya Kurdistanê bi piştrastkirina Serok Bafil Celal Talebanî ku "hilbijartin nayên paşxistin û dê di roja xwe ya diyarkirî de pêk werin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî ku kopiyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin, Serok Bafil niha li Bexdayê ye û dest bi çend gotûbêj û hevdîtinên dîplomatîk kiriye.

Serok Bafil: Hewlên me ji bo parastina destkeftên darayî berdewam in

Îro 04.07.2024ê Serok Bafil Celal Talebanî di çarçoveya amadebûna xwe li Bexdayê û hevdîtina li gel Balyoza Amerîkayê li Êraqê Elena Romanski de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê û dosyaya hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û di vê derbarê de Serok Bafil Celal Talebanî got: Ji destpêkê ve hewlên Yekîtiya Nîştimanî bo parastina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê bû û bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û di dawiyê de jî bi hewldana serokwezîr û dadgehê federal û dostên Kurdan vê pirsgirêkê çareser kirin.

Got jî: Yek ji karên pêşîn ên xebata me dabînkirina jîyaneke bi rûmet ji bo gelê me ye, emê hemû hewlên xwe di vî warî de bidin û em hêvîdar in ku hemû alî bi heman ruhî kar bikin ji bo bidestxistina armancên bilind.

Hewldanên Serok Bafil bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam in

Di meha Eyara borî de Serokê Bafil Celal Talebanî 42 tevgerên siyasî û dîplomatîk li ser asta Êraq û navçeyê li gel berpirsan encamp da bo berevanîkirin ji mafên karmendan, pirsa mûçe û bûdceya herêmê û kar bo dîtina çareseriya radîkal a kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de, ji ber ku ev dosya ji bo Serok Bafil Celal Talebanî giringiyeke taybet heye.

Li gor zanyariyên (PUKMEDIA) Serok Bafil beşek ji diyalog, hevdîtin û çalakiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk ên li ser asta Êraq û navçeyê, ji balyoz, konsul û dîplomatan re û ligel Serokê Komarê Serokê Encûmena Federal û aliyên siyasî yên Êraq û Kurdistanê re terxan kiriye ji bo parastina pirsa mûçe û bûdce û debara jiyana welatiyan li navçeyê.
Serok Bafil: Em pabend in ku hilbijartin di roja diyarkirî de bên lidarxistin

Di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî Serok Bafil Celal Talebanî got: Em rêzê li biryaran digirin û rijd in li ser lidarxistina helbijartinan di roja diyarkirî de û em dixwazin prose bi awayeke şefaf û dadperwerane birêve biçe û li gor daxwazên hemû aliyan be.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket