Bi beşdarbûna Serok Bafil dosyayên navbera Herêm û Bexdadê tên çareserkirin
Kurdistan 10:40 AM - 2024-04-07
Nivîsgeha rojnamevanî yê serok Bafil
Civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewlet li Baxdadê
Bi beşdariya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî roja Şemiyê, Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê li
Bexdayê civîna xwe ya asayî lidar xist û têde behsa hemû pêşhatên li ser asta
niştimanî, herêmî û navdewletî kir.
Belavoka Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ku kopiyek
jê ketiye destê PUKMEDÎAyê wiha tê gotin: Îtîlafa Rêveberiya Dewletê civîna xwe
ya asayî danê êvarê roja şemiyê li koşka hikûmetê li dar xist, ji bo
gotûbêjkirina hemû pêşhatên li ser asta neteweyî, herêmî û navdewletî.
Di belavokê de wiha jî hat: Di civînê de çend
mijar û dosyeyên girêdayî rewşa siyasî, ewlekarî û aborî û pêngav û rêkarên
berçav ên hikûmetê di warê başkirina rewşa aborî û jiyana welatiyan li navçeyên
curbicur ên Êraqê hatin gotûbêjkirin.
Di belavokê de hat destnîşankirin ku di civînê
de seredana serokwezîr Mihemed ŞeyaEl-Sudanî û şanda pê re ji bo Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê û dosya û mijarên ku dê bên gotûbêjkirin, hatin
gotûbêjkirin. Serkirdeyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê piştevaniya xwe ji vê
serdanê re nîşan dan û tekez li ser wê yekê kirin ku pêbaweriya xwe bi tiştên
ku şanda Êraqî bi serokatiya serokwezîr dê pêşkêş bike, di çarçoveyek ku di
berjewendiya Êraqê de ye û asayîş, aramî û geşepêdana berdewam dike.
Daxuyaniyê dirêj kir û got di civînê de her
wiha li ser dosyayên hevbeş ên li gel Serokatiya Herêma Kurdistana Êraqê û
rêyên çareserkirina wan li gorî destûrê hatiye gotûbêj kirin û hemû hewlên xwe
ji bo pêşdebirina hevkariyeke avaker ku beşdariyê dike gotûbêj kirin. ji bo
bihêzkirina aramiyê û piştgiriya berjewendiyên gelê Êraqê ji hemû mezheb û
pêkhatan, bi tekezî li ser pabendbûna bi xalên rêkeftinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

