YNK di hilbijartinan û dîroka wê de israr dike
Kurdistan 05:29 PM - 2024-04-06
PUKMEDIA
Logoya YNKê û Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, pêvajoya dengdanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê amade kiriye.Wekû tê zanîn Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bin serokatiya rêheval Bafil Celal Talebanî Serokê YNKê de roja 2 Nîsanê civiya.Di cîvînê de prensîba YNKê dupat kir ku ew li gel wê yekê ne ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema diyarkirî de (10-6-2024) bên lidarxistin.
Hilbijartin xizmeta pêkhateya herêmê dike
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: ‘’YNK tekezî li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike û biryara xwe naguhere, ji ber ku mayîndebûna Herêma Kurdistanê bi demokrasî û hilbijartinan ve girêdayî ye.’’
‘’Her çendî çendîn caran roja hilbijartinan hat paşxistin, lê em di wê baweriyê de ne ku ev dem demeke guncaw e ji bo birêvebirina proseyê û xizmetkirina pêkhateyên herêmê û welatiyan, ji ber ku bêyî hilbijartinan, saziyên hikûmetê dê cîbicîkar bimînin û ne di bin çavdêrî û nûnertiya gel de kar bikin, demokrasî ber bi paş ve diçe. Ezmûna Herêma Kurdistanê tê pirsîn û dibe ku rewş ji ya niha xerabtir dibe.”Her wiha got
20 partî û 2 koalîsyon beşdarî pêvajoyê dibin
20 partî, 2 hevpeymanî û zêdetirî 60 berbijarên serbixwe beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dibin, ku parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebce pêk tên.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî yê Komisyonê Dr. Heyman Tehsîn Hemîd ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihandiye: “Roja 14-3-2024 bi giştî 20 partî, du hevpeymanî û 62 namzedên serbixwe navê xwe ji bo beşdariya di vê proseyê de tomar kirine, ku dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.’’
YNK ji bo hilbijartinan amade ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi fermî lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext pêşkêşî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan kir.
Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Hema ji PUKMEDIA re wiha got:“Roja 31-3-2024, me bi fermî lîsteya namzedên her çar herêmên (Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce) radestî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê kir û em ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ne.’’
Zêdeyî 1000 navendên dengdanê dê bên vekirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê zêdetirî 1000 navendên dengdanê vekirine.
Berdevka Komisyona Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re wiha got:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Kurdistanê hezar û 266 navendên dengdanê veke ku 6 hezar û 542 binkeyên dengdanê jî di bin çavdêriya kamerayan de ne.’’
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku 10 Hezîranê ye. Ofîsa giştî ya karûbarên partî û rêxistinên siyasî di komîsyonê de ragihand :"20 partî, 2 tifaq û zêdetirî 60 namzetên serbixwe dê beşdarî hilbijartinan bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

