Serok Bafil dê ji bo xeta sor li Bexdayê be

Kurdistan 01:53 PM - 2024-04-06
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di asta herî bilind de paraztina  mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, ku nabe ev mijar bi nakokiyên siyasî yên di navbera partiyan de were tevlihevkirin, li gorî ku  Serokê YNKê Bafil Talebanî ragihandibû:’’Jiyan û bextewariya gelê herêmê xeta sor e.” YNK’ê ev yek di  bernameya avakirina kabîneya Mihemed Şîa Sûdanî û koalîsyona ji bo rêveberiya dewletê îsrar kiribû.’’

Tevgerên dîplomatîk ên Serok Bafil ber bi çareseriyê ve bûn

Biryare îro (06.04.2024) Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî serdana Bexdayê bike .Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya YNKê ku ji PUKMEDYA re hatiye şandin tê gotin:  "Di vê serdanê de dê çendîn civînên siyasî yên giring derbarê mafên gelê kurd , mûçe û hemahengiya hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê  bên kirin."

Li gor PUKMEDIA, serdana Serok Bafil bo Bexdayê di çarçoveya hewlên berdewam yên bo garantîkirina mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurdistanê û herwiha spasiya serokwezîr û aliyên siyasî yên ku hikûmetê pêk bîne ku bersiva daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçeyên fermanberên  herêma Kurdistanê .

Serokê YNKê Bafil Talebanî di 5 mehên derbasbûyî de 42 tevgerên siyasî û dîplomatîk li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên gel kirin. Di dosyeya siyasî ya serokê  YNKê de bûye, ku hevdem ligel dozên din ên niştimanî û mafên destûrî yên herêmê.

Li gor zanyariyên PUKMEDIA, di pênc mehên borî de ji 10.10.2023 heta 5.3.2024, Serok Bafil di hin hevdîtin û çalakiyên siyasî û dîplomatîk ên li ser asta Iraq û navçeyê, balyoz, konsul û dîplomat, wek her wiha li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqî û Kurdistanî parêzgerê rasteqîne yên çareserkirina pirsa “meaş, bûdce û refaha xelkê Kurdistan û Îraqê” bûye.

Talebanî ji bo çareseriyeke rasteqîn ji pirsgirêkan re bê rawestan xebitiye

Di heman demê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser çareseriyeke rasteqîne ya pirsgirêkên  navbera Hewlêr û Bexdayê de kar kiriye û di 27 civînan û çalakiyên hikûmî û dîplomatîk de doza “çareserkirina pirsgirêkên mûçe û bûdceya herêmê” kiribû  ku  israra çareseriyê û parastina mafên destûrî yên bûdce û mûçeyan dikir.

Li gorî PUKMEDIA, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di 27 civînên siyasî, dîplomatîk û hikûmî li Iraq, derve û navxwe ji 26.4.2023 heta 3.4.2024 şerê parastina mafan û parastina mafên mûçe û bûdceyê ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Tîma YNKê ya li Bexdayê li qada şer bû

Tîma YNKê li Bexdayê û Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran li eniya rasteqîne ya mafên gelê kurd bûn û bergirî li mûçe û bûdceya gelê kurd kirin, li ser bingeha siyaseta YNKê ku “xeta sor” a YNKê bû, şer ji bo mafê  gelê Kurdistanê dike.

YNKê bi girtina tedbîrên siyasî û dîplomatîk li gel Bexda û dostên kurdan û herwiha bi rêya hikûmet û parlamentoya Iraqê û piştgiriya  helwesta serokomariyê, karî barê hikûmraniyê li vê herêmê rast bike.

YNKê kariye çarenivîsa gelê me vegerîne ser rêya rast

YNKê kariye çarenivîsa xelkê diyar bike bi tekezî li ser pêwîstiya şefafiyeta Herêma Kurdistanê, karkirina li gel hikûmeta federal a Bexdayê û rêzgirtin li destûr, rêkarên hikûmetê û biryarên Dadgeha Federalî ku xizmeta xelkê herêmê dike û  kariye çarenivîsa gelê me vegerîne ser rêya gihîştina bi daxwazên xwe yên rewa; Li ser serwerî, refahê û têkoşîna rasteqîn a ji bo mafê çarenivîsê ye.

YNK bi siyaseta xwe ya durust, bi naskirina pirsgirêkê – înkar nekirin, çareseriya hevbeş – ne israrkirina li ser daxwazên yekalî, rê li ber lihevkirin û hewldanên berfireh – nehiştina astengî û yekdestdariyê, ji bo parastina daxwazek rewa, hemû rê û rêbazên rewa bikar anîn. neşopandina wê Siyasetên sînordar, û girtina siyaseta kêmkirina aloziyan heta çareseriyekê - ne zêdebûn û aloziyên ku hemwelatî berdêla wê bidin, karî gelê kurd ji kaosê û mafên rewa yên karmendên mûçe û destûrî biparêze û  mafdarî Berjewendiyên gelê me peyda bikin û biparêzin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket