Talebanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî gavên baş hatine avêtin
Kurdistan 08:27 PM - 2024-04-03
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talabanî û Jenine Plaschardt
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jennifer Plaschardt kir û di wê hevdîtinê de pirsa civîna bê ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di civîna roja Çarşemê (03.04.2024) li Hewlêrê de, Talebanî pesna hewlên Jennifer Plaschardt ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkkirina nêrînên aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û diyar kir ku wan hewlan bandor li ser aramiya Iraqê kiriye û gelek aloziyên siyasî kêm kirine.
Di derbarê pirsa civîna bê ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî, Cîgirê Serokwezîr tekez li ser lidarxistina hilbijartineke paqij û dadmend li gorî dema xwe kir.
Her du alî li ser giringiya berdewambûna gotûbêjan ji bo çareserkirina bingehîn a hemû pirsgirêkan hemfikir bûn, bi taybet pirsgirêkên darayî, ku niha gavên baş di vî warî de hatine avêtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

