YNK dê bi hilbijartinan mezinahî û rewabûna herêmê biparêze

Kurdistan 06:16 PM - 2024-04-03
Logoya YNKê ,Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, pêvajoya dengdanê PUKMEDIA

Logoya YNKê ,Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, pêvajoya dengdanê

YNK Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze bi rêya hilbijartinan dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê zindî bike, ji ber wê jî amade ye ji bo hilbijartinên di roja diyarkirî de û piştgiriya hilbijartinên paqij û dadmend li Herêma Kurdistanê bike,ji bo ku partî giranî û hêza xwe bizanibin û bi rêya hilbijartinan armanc dike ku nûnerên rasteqîne yên gelê Kurd bişîne parlamentoyê.

Mekteba Siyasî: Hilbijartin dê daxwazên welatiyan pêk bîne

Civîna Mekteba Siyasî ji ber xema parastina statuya herêmê û ezmûna demokratîk a Kurdistanê ku xewna kevnar a gelê me ye û têkoşîneke bê rawestan e, birêveçû.Di civîna Mekteba Siyasî ya YNKê  de tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên azad û demokratîk yek ji îşaretên bingehîn ên proseyê ye û tekez li ser wê yekê kir ku nûkirina saziyên destûrî yên weke parlamento û hikûmetê dê bi dengdana giştî dibe û rewatiya nûneratiya gelê me bo parastina maf û jiyana welatiyan bi heman awayî bê dabînkirin.

Mekteba Siyasî ya YNKê pêr tekez kir, daxwaza welatiyan ji bo mûçe û bûdceyê ji bo dewlemendî û vejînê ye, tenê bi rêya parlamento û hikûmeteke nû ku bikare li ser mafên destûrî yên Kurdistanê û mafên darayî yên gelê me tekez bike, tê kirin û  divê bi awayekî adil û wêrek muzakere bikin.

Hilbijartin dê rêbaza rêveberiya herêmê sererast bike

Hilbijartin dê qonaxeke nû di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de veke û dê rêya desthilatdariyê li herêmê rast bike û êdî welatî nebin qurbanî.

Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Navenda YNKê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: “Tenê hilbijartinan dikare rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistanê serast bike, da ku welatiyên me û mûçeyên me nebin qurbanî û aramiya siyasî hîs nekin.’’

Werdî her wiha got: "Bi lidarxistina hilbijartinan dê qonaxeke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de vebe, lewra çêkirina her astengî bi behaneya ne lidarxistina hilbijartinan, lawazkirina pêkhateya herêmê ye û berovajî berjewendiyên bilind ên gelê Kurd e."

YNK dê bi hilbijartinê metirsiyan ji holê rake

YNKê hest bi metirsiyên li ser herêmê kiriye, ji ber wê jî dixwaze bi rêya hilbijartinan van metirsiyan ji holê rake û YNK jî piştgiriya  lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike.

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Malbenda Soranê  ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xidir Mistefa ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK hest bi metirsiyên li ser herêmê dike û dixwaze bi rêya hilbijartinan metirsiyên navxweyî û derve yên li ser pêkhateya herêmê ji holê rake, eger hilbijartin neyê kirin, rewatiya Herêma Kurdistanê lawaz dibe.’’

Mistefa got: "Hilbijartin dikare saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê ku niha neçalak in yan jî di kar de nîne, vejîne, di vê çarçoveyê de YNK di dema xwe de piştgiriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike û ji bo wê jî amade ye."

Berdevk: Paşxistina hilbijartinan ji bo herêmê felaket e

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: “Em di wê baweriyê de ne ku paşxistina hilbijartinan xizmeta mezinahiya Herêma Kurdistanê nake û berovajî wê pêwîstiya me bi parlamento û hikûmeteke nû heye.’’

“YNKê rêz li biryarên Serokê Herêma Kurdistanê girt û her çend 4 biryar ji bo roja hilbijartinan derxistiye, lê YNKê ti carî nebûye asteng li pêşiya wê,berovajî vê yekê, me piştgirî da hilbijartinan ji ber ku em dizanin paşxistina hilbijartinan karesatek e bo Herêma Kurdistanê.”

Hilbijartin neyên kirin dê zirarê bide herêmê

Ji aliyê din ve endamê serkirdayetî û berpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di panelekê de got: “Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê dişibihe pirsa referandomê, ji ber ku hemû dost û hevalbendên me ji me re gotin referandomê nekin, lê ew paşguh kirin her hat encamdan û di dawiyê de li ser ziyana gelê me şikest  û niha jî  ji me re dibêjin li hundir û derve hilbijartinan pêk bînin, ger em guh nedin wan, emê weke referandûmê zirarê bidin gel û pêkhateya herêmê."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket