Zêdetirî 800 namzed ji bo hilbijartinên parlemanê hevrikiyê dikin

Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-03
Logoya Komisyona Hilbijartinan û Parlemana Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Komisyona Hilbijartinan û Parlemana Kurdistanê

Hilbijartin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hejmara namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir û da zanîn ku, beşa Çavdêriyê kar bo piştrastkirina navan dike.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelayî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Hejmara namzedên hilbijartinên sala 2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê gihîştiye zêdetirî 800 namzedên ku mafê beşdariya di hilbijartinan de heye.
Wê got jî: Beşa Karûbarên Namzedan niha kar li ser piştrastkirina daneyan li Komîsyona Hilbijartinan dike, û piştre dê nav ji dezgehên taybet re bên şandin ji bo piştrastkirina mafê namzedan.

Pejirandina mekanîzmayên hilbijartina karmendên dengdanê

 

Cumane Gelayî dibêje: Desteya Çavdêran mekanîzmaya hilbijartina karmendên dengdanê pejirand, Komîsyonê komîteyek navendî ji bo bijartina karmendên dengdanê ku ji nûnerên dezgehên komîsyonê pêk tê pêk anî, û merc hene ku daxwazkar wek dengdanê kar bike.

Wê got: Di nav şert û mercan de ji bo karmendên dewletê ew e ku bi kêmanî bawernameya dibistana navîn hebe û ne kêmtir ji 19 salî be.

Cumana El-Gelayî dibêje: Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê amadekariyên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi pêş ve diçe û tekez dike ku kêşana jimareyan dê roja 7-4-2024 were kirin.

Wê got jî: Desteya Komisyonê biryar da ku jimare ji bo hevpeymanî, partiyên siyasî û kandîdên takekesî li demjimêr deh sibeha roja 7ê Nîsana 2024an li baregeha Komisyonê li Bexdayê xêz bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket