Rûssiya bi germayî di asta bilind de pêşwaziya Serok Bafil kir

Kurdistan 08:30 PM - 2024-03-29
Serok Bafil li Moskovayê bi Lavrov re dicive Malpera Wezareta Derve ya Rûsyayê

Serok Bafil li Moskovayê bi Lavrov re dicive

Serok Bafil Celal Talebanî Pêyiwendiyên Dîplomasî

Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov 28ê Adarê pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ku ji bo serdaneke li Moskowê ye, kir.

Di hevdîtinê de mijarên xurtkirina peywendiyên kevneşopî yên dostane yên Rûsiya-Iraqê hatin gotûbêjkirin, di çarçoveya pêşdebirina pêşkeftina hevkariyên curbicur û sûdmend bi Herêma Xweser a Kurd li Iraqê re.

Her wiha li ser mijarên niha yên Rojhilata Navîn û bi balkişandina li ser rewşa Kurdistana Iraqê û Iraqê bi tevayî pevguhertina bîr û ramanan hat kirin. Di heman demê de piştgirî ji hewlên ji bo dabînkirina serwerî û yekparçeyiya axa komara Iraqê û rêzgirtina li destûra bingehîn a Iraqê û nepejirandina vê welatê pirneteweyî bo meydana rûbirûbûna hesaban û rûbirûbûna dewletên sêyem hate piştrastkirin.

Di heman rojê de li Wezareta Derve ya Rûsyayê şêwirînên berfireh bi B. Talebanî re ji aliyê Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê M. L. Bogdanov ve hatin kirin.

Ji Serok Mam Celal bo Serok Bafil pêyîwendiyekî 70 salî gel Moskow

Remezan Kerîm pisporê siyaseta   Russia ji PUKMEDIA re rahihand:,,Serok Bafil wekû Serokek xwedan  4 astên bilind hat pêşwazî kirin ;Yekem –Serokê mezintirîn partî li Kurdistana Başûr .Duyem;Serokekî bihêz li Kurdistana Başur.Sêyem;Serokekî diyar li seranserê Iraqê.Çarem;Serokekî xwedan helwest li Rojhilata Navîn de û bi tayîbet di mesela Kurd de.Ev yek di ragihandina Fermî ya Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê behsa serdana Serok Bafil kir  bi hemû zimanên di  malpera fermî de ku hatiye weşandin di nav de erebî û çendîn zimanê din,  watedariya vê serdanê û pêşwaziya asta bilind bi ptokolê dewlet dide ku  cîhê xwe girt nîşandide.’’

Kerîm her wiha got:’’Serok Mam Celal wekû serokê xwendevan û ciwanên Iraqê û Kurdistan serdana Moskow kir  di 28ê tîrmeha 1957an de, li bilindahiya germahiya Khrushchev, li Moskowê VI Festîvala Cîhanî ya Ciwan û Xwendekaran dema vebû, ku ji 131 welatan 34 hezar kes beşdar bûn.Pistra bi bê navber li dirêjayî 70 sale ev peyîwendî berdewame ji Serok Mam Celal bo  YNK û niha jî  serok Bafil dirêje pê dide.’’

,,Salanê 2004 an Serok Mam Celal wekû berpirsê Meclîsê Huqum Iraqê serdana Moskow kir û fermi gel Serok Pûtîn civiya.Wate Ev pêyîwendî kevine û kûre.,,Remezan Kerim got.

Beşa Russia li Radio Dengê Rûsyayê û PUKMEDIA

''Bi pêşniyara Serok Mam Celal li Russia sala 2008 zimanê kurdî di Yek ji radyoyên navdar li cîhanê radyoya Dengê Rûsyayê hat vekirin , ev radyo bi 40 zimanên biyanî bernameyên xwe li ser pêla kurt û pêla FM diweşîne, ku yek ji wan zimanan bû zimanê Kurdî  û ji sala 2008ê ve tê weşandin.Colya Seîd pispora dîrokê ye. Serpeyiştiyara beşê kurdî ye li radyoya Dengê Rûsyayê ye û jineke rûsî ye. Lê hevserê wê Kurd e nûnerê YNKê bû Dr.Şoreş Seyîd.Li heman dem li sala 2008 li Silêmanî li zimanhalê fermi YNKê malpera PUKMEDIA zimanê Russî hat vekirin ku yekem bû li Kurdistan.Heman Sal serokwezîrê berê Russia dostekî Kurd Yêvgênî Prîmakov serdana Iraq û Kurdistan kir li ser dawetnameya Serokkomarê Iraq Serok Mam Celal bû.'' Da zanîn Kerîm

Di dawiyê de Remezan Kerîm got: Serok Bafil wekû Serokê YNK xwedan hêza Leşkerî,Ewlekarî û aborî ye Xak û Gel di zona Desthilatdariya YNK ê de pir mezine li ber ewa astekî Nîvçe Dewletet heye ji ber vê Russia ciddiyeta mesela baş zane û hesabê hûrd dike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket