Serok Bafil piştrast dike: aktîvkirina hewlên ji bo derbaskirina zehmetiyan
Cîhan 10:34 PM - 2024-03-28
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li
Moskovayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Di hevdîtinê de ku, Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên siyasî,
aborî û emnî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina
peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê li gel Rûsyayê Federalî hat
kirin di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de.
Di derbarê êrîşa terorîstî ya heftiya borî ya li Moskowayê û têde
welatiyên sivîl hatin kuştin, Serok Bafil Celal Talebanî sersaxî û hevxemiya
Yekîtiya Niştimanî pêşkêşî gel û hikûmeta Rûsyayê kir û tekezî li ser
aktîvkirina hewlên navdewletî ji bo rûbirûbûnê îdyolojiya tundrew kir,
hevahengiya di navbera welatan de ji bo nehêştina terorê û hereşeya li ser
mirovatiyê.
Her li vê hevdîtinê de Serok Bafil behsa nûkirin û pêşhatên dawî
kir û stratejiya Yekîtiya Nîştimanî şirove kir û tekez li ser pêşxistina
peywendiyên siyasî ji bo parastina asayîş û aramiyê kir û got: Serweriya axa Êraq
û Herêma Kurdistanê. Divê bê parastin û welatê me nebe qada çareseriya
nakokiyan.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pabendbûna
welatê xwe ji bo aştiya demdirêj li navçeyê bi erêkirina siyaseta nedestwerdana
di karûbarên navxweyî yên Iraqê de û rêzgirtina li serweriya Iraqê dubare kir û
her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina Iraqê kirin. aramiya siyasî û
ewlekariya Iraq û navçeyê.
Têkiliyên dîrokî yên ku gelên Kurd û Rûs li hev dicivîne mijareke
dinê vê hevdîtinê bû, ku her du alî baldariya xwe ji bo pêşxistin û
berfirekirina wan peywendiyan nîşan dan û hewlên Serok Mam Celal jî di danîna
nexşerêyekê ji bo wan peywendiyan bilind nirxand. Li ser wê yekê hevfikirîn ku
pabendbûna bi wê nexşerêyê dê hevkarî û hevahengiyê berferehtir bike û ji bo
berjewendiya herdu aliyan be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

