YNK û Partiya Komunîst a Çînê tekezî li ser xurtkirina peywendiyan kirin
Kurdistan 11:43 PM - 2024-03-27
PUKMEDIA
Salar Lala Sarhad û Yang Ming Wei
Di roja duyemîn a civîna Partiya Komunîst a Çînê de ku 22 partiyên Rojavayê Asya û Bakurê Afrîkayê tê de beşdar bûn, nûnerê YNK'ê çendîn civînên girîng pêk anîn û têde tekezî li ser peywendiyên navbera YNK û Partiya Komunîst a Çînê kirin ku Serok Mam Celal damezrînerê pêwendiyên navbera wan bû.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Serhed Xelîfe Yûnis ku weke nûnerê Serok Bafil Celal Talebanî beşdarî civînê bû, ji malpera fermî ya YNKê re ragihand:’’Di 26ê Adara 2024an de, me serdana Peymangeha Dîrokî ya Belgeyên Partiya Komûnîst a Çînê kir ku tê de hejmareke zêde ji belge û lêkolînên dîrokî têde hene û he rwiha wêneyê Serok Mam Celal û logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê weke diyarî pêşkêşî Serokê enstîtûtê kir.’’
“Piştre bi amadebûna Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Li Mingxiang, Endamê Buroya Siyasî û Serokê Partiya Komunîst a Çînê li Sîncanê û Yang Mingwei Serokê Enstîtuya Belgeyên Dîrokî ya Partiya Komunîst a Çînê, me gotara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî xwend ku tê de behsa pêwendiyên YNK û Partiya Komûnîst a Çînê ku ji aliyê Serok Mam Celal ve hatibû damezrandin kir û got:’’Serokê YNKê rêya serok Mam Celal berdewam dike û giringiyê dide peywendiyên me yên li gel Çînê, me jî rola Partiya Komunîst a Çînê di alîkariya kurdan de bilind nirxand.”
Salar Serhed jî got:"Em vê sibê gihîştin Şanghayê û me serdana Enstîtuya Îslamî û Muzexaneya Neteweyî ya Çînê kir. Me di serdana xwe Çînê de bi nûnerên her 22 partiyên çep ên li Rojavayê Asyayê û Bakurê Afrîkayê re hevdîtin kir. Me tekezî li ser hevgirtina xwe ya li ser pirsgirêkên heyî yên li Rojavayê Asya û Bakurê Afrîkayê kir."
Di hevdîtinan de berpirsên Partiya Komonîst a Çînê dilgiraniya xwe ji bo hemahengî û berfirehkirina peywendiyên xwe yên li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke hêzeke sereke û bibandor li Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan dan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

