Fireksiyona YNK bang li Sûdanî dike ku pirsgirêka mûçe çareser bike
Kurdistan 09:54 AM - 2024-03-25
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokwezîr
Civîna YNK bi Serok Wezîr re
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi amadebûna wezîrên jîngeh û dadwerî û serokwezîrê federal Mihemed
Şeya El-Sûdanî li Civata Nûneran civiya.
Di civîna ku li avahiya encumena
wezîran hat lidarxistin de, Yekîtiya Niştimanî çendîn daxwazên xwe yên li ser
jiyan û debara jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nekok ji
Serokwezîrê Federalî re pêşkêş kirin.
Di destpêka hevdîtinê de
Serokwezîrê Federalî amaje bi rola girîng ya serok Mam Celal kir di avakirina Êraqa
nû û yekkirina azadî û bihêzkirina hemahengî û pêkvejiyana di navbera hemû
pêkhateyan de kir û got: Yekîtiya Kurdistanê hevkarekî bingehîne di hikûmeta
federal de û helwesta Yekîtî ji bo çareser kirina kêşeyan cihê rêzgirtinê ye û
berdewamiya siyaseta Serok Mam Celal e.
Serokwezîrê Federal amaje bi
pêngavên hikûmeta federal jî kir, bi taybetî dosya û pirsgirêkên Herêma
Kurdistanê ku di vî warî de gavên dilşad hatine avêtin.
Ji aliyê xwe ve Serokê fireksiyona
yekîtî piştevaniya partiya xwe weke
hevkarekî bingehîn ji hikûmeta Sûdanê re bi taybetî di çarçoveya çareser kirina
kêşeyan û pêşkêşkirina xizmetgozariyan de tekez kir.
Derbarê pirsgirêka mûçeyan de
jî, Yekîtiya Niştimanî spasiya Serokwezîrê Federalî kir ku baldare bo çareser
kirina vê kêşeyê ku bûye sedema gelek karesatan bo gelê Kurdistanê. Fireksiyonê her wiha daxwaz kir ku pirsa
niştecihbûnê û hesabên bankî were çareserkirin, ji aliyekî din ve serokwezîr
tekez kir ku hikûmet xwe berpirs dibîne ku mûçeyên hemû welatiyên Êraqê bê
cudahî peyda bike. Pirsgirêka mûçeyên pêşmerge, hêzên navxwe û dezgehên asayîşê
hatiye çareserkirin û pêngavên cêgîrkirdin û hesabên bankî ber bi çareseriyê ve
diçin.
Di derbarê hilbijartinên
Parlementoya Kurdistanê de, Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
helwesta Yekîtî li ser pêwîstiya lidarxistina helbijartinan di dema xwe de
dupat kir û li hember de jî Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku erkê hikûmetê
peydakirina bûdceya hilbijartinan e.
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê herwiha tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna rêkarên destûrî ji bo
hilbijartina parêzgar û avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê kir û pesna rola
Serokwezîr di nêzîkkirina pêkhateyan û aliyên serkeftî ji bo lihevkirinê kir.
Di derbarê serweriya ax û
esmanê Êraqê û asayîşa navçeyê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaz ji
hikûmeta federal kir ku hewlên xwe ji bo çareserkirina wan dosyayan bi rêyên
dîplomatîk zêdetir bike, serokwezîr daxwaza xurtkirina erk kir ji bo rakirina
qedexeya li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê, serokwezîr di vê derbarê
de hebûna diyaloga bi Tirkiyê re û hewla çareserkirina vê pirsgirêkê piştrast
kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

