Serok Komarê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan dike
Êraq 01:56 PM - 2024-03-24Serok Komar
Serok Komarê Êraqê D.Ebdullatîf
Cemal Reşîd îro Yşemê 24 adarê li koçka Selam ya li Bexdadê pêşwazî li balyoza
Neteweyên Yekbûyî yên Amerîka li Êraqê Elena Romanski kir.
Di hevdîtinê de Serok tekez li
ser wê yekê kir ku li ser berdewamiya avakirina peywendiyên bihêz ku xizmeta
berjewendiyên hevbeş, rêzgirtina li serweriya neteweyî û pêşxistina hevkariyên
hevbeş di warên cuda de dike, bixebitin.
Rêzdar amaje bi rijdbûna Êraqê
bo berdewamiya rêbaza çaksaziyê, jinavbirina dosyayên gendeliyê û avakirina
hevkariyên baş kir ku ji bo bidestveanîna geşepêdana giştalî û geşepêdana aborî
alîkar be û tekezî li ser giringiya sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo
bidestxistina şareza û baştirkirina rastiya sektorên aborî, bazirganî, çandinî,
jîngeh û enerjiyê kir.
Birêz Serok herwiha amaje bi
wê yekê jî kir ku Serokatîya Komarê biryara berdana girtîyên ku cezayê wan bi
dawî bûye û avakirina komîteyek ku ji bilî Serokatiya Komarê, Encûmena Bilind a
Dadwerî, Wezaretên Dad û Hundir pêk tê, qebûl kir. û tekez li ser girîngiya
dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêm û Êraqê de li gor
destûrê kir.
Ji aliyê xwe ve Balyoza
Amerîkayê tekezî li ser daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên di
navbera her du welatan de û berfirehkirina hevkariyê bi awayekî ku di xizmeta
her du gelên dost de be, tekez kir.
Her wiha rewş li ser asta
navçeyî û navneteweyî hat nirxandin û tekezî li ser piştgirîkirina derfetên
aştî, ewlehî û aramiyê li navçeyê hat kirin.
PUKMEDIA Serok Komarê Êraqê D.Ebdullatîf

PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02 -
Rêveberiya Dijî Terorê girtina terorîstekî DAIŞê radigihîne
11:14 AM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
Serok Bafil û Helbûsî: Parastina jiyana xelkê û aramkirina welat
06:55 PM - 2024-05-03
Serok BafIl û Sûdanî: Divê qanûn bibin bingeh derbaskirina kêşeyan
04:04 PM - 2024-05-03
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
Kurdistan 10:53 PM - 2024-05-03 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
Kurdistan 12:02 PM - 2024-05-04 -
Kurdistan û Pêwîstiya Hilbijartinê
Nêrîn 05:27 PM - 2024-05-04 -
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
Kurdistan 04:23 PM - 2024-05-04 -
Serok Bafil diçe Amerîka
Kurdistan 05:42 PM - 2024-05-04 -
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04