YNKê: Meaş sereke ye ne ku beşdarnebûna hilbijartinana
Kurdistan 04:14 PM - 2024-03-20Saadî Ehmed Pîre
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez dike ku dê hilbijartin li gorî dema diyarkirî pêk were û got: “Me tu carî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û beşdarbûn yan jî beşdarnebûna partiyek ne mijara yekem e û berî her tiştî mûçe mijara yekeme.’’
Ji bo hilbijartin di dema xwe de bên kirin dê hemû hewlan bidinBerdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Kurdsat got: "Daxwaza vekişîna ji hilbijartinan wê pêvajoyê hêsan neke. Ev jî tiştekî sosret e. Em wekû YNK ti carî li gel paşxistina hilbijartinan nînin. Berovajî vê yekê emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û mûçeyan belav bikin."
Koalîsyon piştgirî nade paşxistina pêvajoya hilbijartinê
“Behaneyên paşxistina hilbijartinan lawaz in û eger hewlên zêdetir ji bo paşxistina hilbijartinan bên kirin, dê avahiya herêmê têk biçe, lê ti hevpeymanên me yên navdewletî piştevaniya paşxistina hilbijartinan nakin, em di wê baweriyê de ne ku yek alî nebûna hilbijartinan, lê wê ji pêvajoyê re pirsgirêkan derxe."Her wiha got
Têkildarî pirsgirêka mûçeyan jî wiha got:“YNK’ê hertim tekezî li ser dayîna mûçeyan kiriye û ji sala 2014’an ve em daxwaz dikin ku mûçe bi rêk û pêk û di dema xwe de bên dabeşkirin.’’
Her wiha got: “Ji ber ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye û mûçe jî hatiye niştimankirin, divê mûçegirên herêmê jî tevlî proseyê bibin, ku bi baweriya me tiştekî baş e.’’
“Heger em wisa hizir bikin ku biryarên Dadgeha Federalî bandoreke nerênî li ser herêmê bike, şandina pereyan ji Bexdayê helwêsta Herêma Kurdistanê kêm nake û di zûtirîn dem de hilbijartinên paqij li dar bixin û di dawiyê de jî bi tîmeke nû re danûstandinê ligel Iraqê bikin da ku mafên xwe misoger bikin.”Got
YNK alîgirê dabeşkirina mûçe ye
“YNK li gel wê yekê ye ku mûçeyên ku hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê re şandiye were dabeşkirin, herwiha kêmbûna mûçe jî bi dahata navxweyî û mûçeyê meha Sibatê tê dagirtin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku serhişkiya di rêveberiyê de xizmeta herêma me nake.’’Pîre got
Dijîtiya dadgeha federal xelet e
"Em rast nabînin ku li dijî saziyên yasayî yên Iraqê, bi taybetî Dadgeha Federalî derkevin, ji ber ku Kurd di avakirina dadgehê de beşdariyeke aktîf bûye û divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.Divê em ji bîr nekin ku li Herêma Kurdistanê gelek mijarên diyarker hebûn ku li ser daxwaza aliyek hat derbaskirin û aliyên din tiştek nekiriye ku zirarê bide pêkhateya herêma me."got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
07:36 PM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
01:07 PM - 2024-04-29 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27
zêdetir tamaşe bike
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
05:45 PM - 2024-04-29
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
09:44 AM - 2024-04-29
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
03:39 PM - 2024-04-28
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
zortrin xwendraw
-
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
Kurdistan 01:07 PM - 2024-04-29 -
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29 -
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
Kurdistan 07:36 PM - 2024-04-29 -
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29