Yekîtiya Niştimanî endezyarê serhildan û rizgarkirina Kerkûkê ye
Kurdistan 09:55 AM - 2024-03-20
PUKMEDIA
Kerkûk
Îro çarşemê 20-3-2024, girseya gel a bajarê
Kerkûkê bi boneya hatina cejna Newrozê, ku hevdeme bi salvegera azadkirina
bajarê Kerkûkê ji bin lepên Beisê di sala 1991`an de.
Ahangkirina Kerkûkiyan bi vê cejnê û
rizgarkirina bajêr tenê dilsoziyeke ji xwîna şehîdan û qehremanên ku xwe ji bo
rigarkirina bajêr feda kirine ye, herweha pêşmergeyên qehreman ên ku li hember
DAÎŞê rawestiyan e.
Di vê boneyê de, divê em serkirdayetî û rola
sereke ya Serok Mam Celal û giringiya taybet bi Kerkûkê û xelkê wê bi bîr bînin
û weke Êraqeke biçûk nîşan bikin, ji ber ku hemû pêkhate hembêz kiriye.
Texmînan Serok Mam Celal rast bû
Li gor komkirina rewşenbîran di pirtûka Panorama Serhildana 1991ê, rûpel 112, di civîna nûnerên Eniya Kurdistanî li Şamê li mala Mam Celal, partiyên Eniya Kurdistanî tekez kirin ku dijwar e dagîrkirina Kuwêtê dijware ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû alî pêşniyar kirin ku peyamekê bidin rejîma Iraqê û tê de diyar bikin ku Eniya Kurdistanê dê di şer de bêalî be û amade ye ji bo danûstandinan û dîtina çareseriyeke guncaw ji bo pirsa kurd li Êraqê.
Lê Serok Mam Celal tekez kir ku, rêjîma Êraqê ji Kuwêtê venakşe û dê şer derkeve, û daxwaz ji Eniya Kurdistanê kir ku helwesteke zelal derbarê kirîza Kuwêtê diyar bike û êrîşa Êraqê li ser Eniya Kuweytê ya Kurdistanê şermezar bike, lê hin alî hebûn bi tayet Partiya Demokrat a Kurdistanê tekez kirin ku pêwîst dibînin peyamekê derbarê bêalîbûna Eniya Kurdistanê ji rêjîma Êraqê re bişînin, lê careke din Serok Mam Celal piştgirî neda wê pêşniyarê û piştre bi zortirîn dengên Eniyê peyam arastey Rêjîmê kir.
YNK teke partiya Eniya Kurdistanê bû ku ji bo serhildanê amade bû
Di rûpela 114ê ya pirtûka Panorama Serhildana 1991ê de hatiye ku aliyên Eniya Kurdistanê ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dagîrkirina Kuwêtê ji aliyê rêjîma Êraqê ve nabe sedema şer. Ji ber wê jî ji bo serhildanê amade nebûn, ji aliyê din ve YNK jî weke yekane partiya eniya Kurdistanê li benda derketina şer bû.
Şaneyên çekdar ên YNK’ê dest bi serhildanê kirinEv yek bû sedem ku YNK pêşmergeyên xwe bişîne derûdora bajaran, rêxistinên veşartî û şaneyên çekdar ava bike, piştre dema serhildanê dest pê kir, şaneyên çekdar ên YNK'ê bi gelê serhildanê re daketin kolanan.
Gel û şaneyên çekdar ên YNK’ê Kerkûk rizgar kirin
Di rûpelên 119 û 120'ê pirtûkê de, tevî ku diviyabû serhildan di 7'ê Adara 1991'an de li Ranyayê dest pê bikira jî, ji ber geşedana bûyeran du roj hat paşxistin.şerê herî dijwar û çetin ya Kerkûkê bû ji berk u rêjîmê bajar bi kembereke ewlekarî ya tund dorpêç kiribû. Tevî ku Pêşmerge hewl da bi şaneyên çekdar ve derbasî nav bajêr bibe û serhildanekê pêk bîne, lê rêjîma Êraqê ji hewayê ve bi helîkopteran û ji bejayî bi çekên giran ew hewldan têk birin, lê di dawiyê de xelkê Kerkûkê bi şaneyên çekdar re dest bi raperînê kirin û bajar rizgar kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

