Letîf Nêrweyî: YNK ji bo hilbijartinan amade ye

Kurdistan 10:08 PM - 2024-03-19
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê PUKMEDIA

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê

Mekteba Ragihandina YNKê

Berpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê bên kirin û ragihand:"Nelidarxistina hilbijartinên parlementoyê metirsiyê  li prosesa demokrasiyê dike û YNK amadeye bo  hilbijartin."

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di hevpeyvînekê de ligel televizyona Gelê Kurdistanê got: “Giringiya civîna îro ya Mekteba Siyasî ew e Kurdistan di du waran de di rewşeke aloz de ye: Yekem ew e ku parlamentoya Kurdistanê ji ber paşxistina hilbijartinan têk çûye û komîsyonê rewatiya xwe ji dest daye û qada duyemîn jî mijara mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û paşxistina mûçeyên karmendan e.’’

Letîf Nêrweyî got: "Peyama Polîtboruya YNKê gelekî şefaf e, eger hilbijartin bên paşxistin dê proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê paşve biçe û avahiya Herêma Kurdistanê ji bo saziyan bikeve metirsiyê, lewma tenê bi lidarxistina hilbijartinan em dikarin rewatiya saziyan vegerînin.”

Peyamên şaş li dijî YNKê ne ji ber ku ji YNKê ditirsin

Her wiha got:’’ Berê Bexda bi wê yekê dihat tometbar kirin ku naxwaze helbijartinan pêkbîne, lê niha hewldan bo paşxistina helbijartinan hene.’’

Letîf Nêrweyî lê zêde kir:  “Hemû peyamên şaş li dijî YNKê ne, ji ber ku ji YNKê ditirsin, lê YNK xwe naxe asta van partiyan û bersiva wan nade.’’

Neteweyên Yekbûyî û welatên hevalbend bi fikar in

“Netewên Yekgirtî û hevpeymanên wê dilgiran in ji paşxistina hilbijartinan û ne lidarxistina hilbijartinan, ku nîgeraniyeke cidî ye û metirsî li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê ye û rê li ber destwerdana di karûbarên Kurdistanê re vedike. ‘’wiha got

YNK dixwaze mûçe neyên paşxistin

Her wiha got: "YNK dixwaze mûçe bên dabeşkirin û paşde nekeve. YNK gelekî xema Herêma Kurdistanê û karmendên Herêma Kurdistanê yên mûçe werdigire, ti behaneyek ji bo paşxistina dabeşkirina mûçeyan nîne."

“Wan di civînê de Qubad Talebanî bi wê yekê tohmetbar kir ku piştevaniya dabeşnekirina mûçeyan dike, lê piştre dema zanî ku Qubad Talebanî beşdarî civînê nebûye, şerm kirin û di dawiyê de ev mijar red kirin û daxwaza dabeşkirina mûçeyan kirin.’’ 

Her wiha got: ‘’Pêwîste pêngav ji bo hemahengiya li gel Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî mûçeyê karmend û mûçeyên Herêma Kurdistanê bên avêtin û YNK jî li ser helwestên xwe tekez dike.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket