Şêx Cafer: pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê

Kurdistan 05:22 PM - 2024-03-19
Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwaziya balyoz Dr. Mihemed Sabir kir PUKMEDIA

Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwaziya balyoz Dr. Mihemed Sabir kir

Hilbijartin YNK

Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa tekezî li ser helwesta YNKê ya derbarê lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike.
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa li baregeha encûmenê li Silêmanî îro pêşwaziya balyoz Dr. Mihemed Sabir, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî û şandeke pê re kir.

Di civînê de pîrozbahiya destbikarbûna Şêx Cefer weke Serokê Encumena Parastina  Berjewendiyên Bilind ên YNKê hat kirin û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Herema Kurdistan û Iraq  jî  hatin gotûbêjkirin.

Di vê çarçovê de, Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind, tekezî li ser helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de û bikaranîna îmtiyazên niştimanî kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket