Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin

Kurdistan 02:39 PM - 2024-03-18
Tîma Yekîtî di hikûmetê de PUKMEDIA

Tîma Yekîtî di hikûmetê de

Mûçe YNK

Tîma wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê dabeşkirina mûçeyên fermanberên  Herêmê de daxuyaniyek belav kir û têde tekez kir ku piştî civîna heftiya borî ya Encûmena Wezîran, daxwaz kir ku dest bi dabeşkirina mûçeyên karmendan were kirin ji pereyê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye şandin, û piştre daxwaz ji Wezareta Federalî ya darayî bike ku ew pereyê mayî bişîne.

Li jêr nivîsa daxuyaniyê ye:

Ji raya giştî re zelalkirin
Di van çend rojên borî de nûçe, belavok û belavokên ne rast derbarê mijara mûçeyan de hatin ragihandin û ji bo rastkirin û gihandina rastiyan bi awayê xwe dûr ji bizava siyasî, me biryar da ku em van her du xalan zelal bikin:
Yekem: Piştî civîna encûmena wezîran, tîma wezîran a Yekîtiya Niştimanî daxwaz kir dest bi dabeşkirina mûçeyên ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye şandin bike, ji ber ku hemwelatî nêzîkî cejnê bûne û li benda wergirtina mafên xwe ne. piştre ew pereyê mayî ji Wezareta Darayî ya Federalî bixwazin û hinek ji wan jî Partiya sereke ya hikûmetê li dijî nêrîna me axivîn û tiştê ku berevajî vê gotinê me hatiye kirin ne raste û li pişt wê arman û bazariyên siyasî hene.

Duyem: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek tîmeke hizbî û hikûmî siyaseteke nerm li gel hemû aliyên navçe û Êraqê dişopîne û hevsengiyê diparêze ji bo parastina aramiyê û dabînkirina mafên gelê Kurdistanê ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û nûneratiya emanetê di stûyê me de ye û ti carî kar nekiriye ku peywendiyên di navbera aliyên Kurdistanî û Êraqî de lihev bixin ji ber bidestxistina postên taybet. Ji ber wê jî ew kesên ku di vî warî de kar dikin, bûne sebebê negihîştina rêkeftinê û têkbirina peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de û di encamê de welatiyên Kurdistanê dibin qurbaniyên vê siyaseta şaş.

Di dawiyê de em dibêjin: Di vê meha pîroz û gel nêzîkbûna Cejna Remezanê, me hêvî kir ku em hemû têbikoşin li şûna çêkirina û belavkirina daxuyaniyên şaş , ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku ev 10 sal in berdewam dike wek tê xwestin, mûçeyên karmendên me nayê dayîn, rast e bêhna hevwelatiyên Kurdistanê dirêj in, lê ev yek nayê paşguhkirin û mafên wan nabê were paşguhkirin.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket