Saziya Serok Celal Talebanî: Kîmyabarana Helebce nayê ji bîr kirin
Kurdistan 11:01 AM - 2024-03-16
PJTF
Bîrdariya Şehîdên Helebce
Saziya Serok Celal Talebanî bi boneya 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û ragihand:’’Kîmyabarana Helebce birîneke kûr e li ser bedena hemû gelê Kurd û nayê ji bîr kirin. Kîmyabarana Helebce berdewamiya rêze tawanên dijminê Baisê yên ji bo qirkirina gelê Kurd e.’’
Di peyamê de wiha tê gotin: “Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku gavên pratîkî ji bo naskirina komkujiya Helebçeyê weke jenosîd li ser asta navdewletî bavêje û bi awayekî cidî lê binêre, weke erkê xwe yê yasayî, qerebûkirina malbatên şehîdan û qurbaniyên ku hêj sax in û dermankirina wan bi tevahî bê kirin û êdî neyê paşguhkirin.’’
Nivîsa peyamê
Komkujiya Helebçeyê ya 16ê Adara 1988an bi kîmyabarana rejîma berê ya Iraqê pêk hat û di encamê de 5 hezar kes hatin kuştin ku Sivîl û gelek birîndarên ku hê jî birînên ku nehatine dermankirin dikişînin.
Îro 36 saliya tawana hovane ya li Helebçeya Şehîdê serbilind derbas dibe û em bi xemgîniyek mezin ew karesata mezin a ku li ser gelê Kurd hat kirin bi bîr tînin.
Kîmyabarana Helebce birîneke kûr e li ser bedena hemû gelê Kurd û nayê ji bîr kirin. Kîmyabarana Helebce berdewamiya rêze tawanên dijminê Baisê yên ji bo qirkirina gelê Kurd e.Divê hemû hêz, partî û pêkhateyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Helebceyê bibin yek, divê em dûrî sloganan bibin û di çalakiyê de xizmeta Helebçeyê bikin.
Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku gavên pratîkî ji bo naskirina komkujiya Helebçeyê weke jenosîd li ser asta navdewletî bavêje û bi awayekî cidî lê binêre, weke erkê xwe yê yasayî, qerebûkirina malbatên şehîdan û qurbaniyên ku hêj sax in û dermankirina wan bi tevahî bê kirin û êdî neyê paşguhkirin.
Her çend ji bo ku Helebce bibe Parezgeh tê asteng kirin ji aliyê hin fraksiyonên parlamentoya Iraqê ve, lê ji aliyê din ve em tekezî li ser rewabûna parêzgariya Helebce dikin ku sembola qurbanîdan û şehîdbûna di destê dîktatoriya Beis de ye. Her çendî parêzgariya Helebceyê hin birînên Helebçeyê derman dike û xema wan hinekî sivik bike.
Nemirî û serbilindî bo ruhê şehîdên Helebce û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd.
Balyoz Dr. Mihemed Sabir
Serokê Saziya Serok Celal Talabanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

