Zêdeyî 800 hezar hilbijêrên herêmê mafê dengdanê nînin
Kurdistan 01:47 PM - 2024-03-12
PUKMEDIA
Karta qeydkirina dengdêrên biyometrîk
Nêzîkî 125,000 dengder navê xwe tomar kirine, ji wan zêdetir ji 42,000 cara yekem e deng didin, lê zêdeyî 800 hezar dengder di tomara dengderan de qeyda xwe nenivîsandine û nikarin dengê xwe bidin.
Nêzîkî 125,000 hilbijêrên nû tomar kirine
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re ragihand: “Proseya tomarkirina dengdêran di 10ê Adara 2024an de bi dawî bûye û bi giştî 124 hezar û 667 dengder navê xwe tomar kirine, ji wan 42 hezar û 14 hilbijêrên yekem car beşdarî hilbijartinan dibin ku li sala 2019ê ji dayik bûne.’’
“Li Hewlêrê 62 hezar û 777 dengder, li Silêmaniyê 36 hezar û 92 dengder û li Duhokê jî 25 hezar û 798 dengder di proseya dengdana biyometrîkî de tomar kirine, ku ji destpêka meha Sibatê heta 10-3-2024 berdewam kiriye.’’Wiha got
Nêzî 3 milyon hilbijêr mafê dengdanê hene
Zêdetirî 800 hezar dengder di tomara biyometrîkî ya dengderên Iraqê de tomar nekiriye û mafê dengdanê jî nîne.
Her wiha got: “Li Herêma Kurdistanê 3 milyon , 789 hezar û 360 dengder hene, ji wan zêdetirî 2 milyon û 900 hezar dengder li tomara biyometrîk tomar kirine û amadene beşdarî hilbijartinan bibin.’’
Cumana Gelayî got: "Ew welatiyên ku navên wan nehatine tomarkirin, di hilbijartinên bê yên parlemanî de ku hejmara wan zêdetirî 800 hezar dengder e, nikarin dengê xwe bidin."
Dadgeha Federal a Iraqê di 21ê Sibata 2024an de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (ÎHEC) ve were kirin ku li çar herêmên hilbijartinê pêk tên, 11 kursiyên pêkhatan li Parlamentoya Kurdistanê nedestûrî hatin ragihandin û biryar hat dayîn ku kursiyên wan li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

