Amarên tomarkirina biyometrîk û çawaniya namzedkirinê bo hilbijartinan
Kurdistan 01:20 PM - 2024-03-11
PUKMEDIA
Hilbijartin
Duh Yekşemê 10/3/2024
proseya tomarkirina biyometrîk bo dengderan li Herêma Kurdistanê bi dawî hat û
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomarkirina zêdetirî 119 hezar
dengderên nû eşkere kir.
Berdevka
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelayî di daxuyaniyekê
de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Komîsyona
Hilbijartinan ji 1ê Sibata ve proseya tomarkirina biyometrîk dest pê kiriye û
heta 9'ê Adarê de hejmara hilbijêrên qeydkirî gihişt 119 hezar û 850 hilbijêran.
Herweha jî
got: Hejmara dengderên tomarkirî li Biyometrîka li parêzgeha Hewlêrê gihîştiye
60 hezar û 169 dengderan, li Silêmaniyê 34 hezar û 454 û li Duhokê jî 25 hezar
û 227 dengder.
Dema pêşkêşkirina lîsteyên namzedan
Komîsyona Bilind a
Hilbijartinan vekirina serîlêdanên ji bo lîsteyên namzedên hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 10/6/2024 de bên kirin, ragihand.
Cumana El-Ghelayî di vê
derbarê de got: Komîsyon bang li hevbendî û aliyên siyasî dike ku ji aliyê
Dezgeha Partî û Rêkxistinên Siyasî ve di Komisyonê de hatine pesendkirin û li
gor yasaya partiyên Herêma Kurdistanê jimare 13 ya sala 1993ê hatine tomarkirin
bo pêşkêşkirina lîsteyên namzedan ji 13-3-2024 heta dawiya 22.03.2024ê ji
ofîsên komîsyonê yên li parêzgehên herêmê bikin da ku beşdarî hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê bibin.
Çawaniya pêşkêşkirina lîsteyên namzedan
Derbarê
çawaniya pêşkêşkirina lîsteyên namzedan bo Komisyonê, Cumana El-Ghelayî got: Serokê
hevpeymaniyê yan partiyê dikare lîsteyên namzedan pêşkêş bike û her kesê ku vê
yekê bike jî dikare destûr jê re were dayîn, bi mercê ku îmzeya li ser lîsteyan
tenê ji aliyê Serokê hevbendî an jî partiyê ve bê, û eger ji yek lîste zêdetir bên
pêşkêşkirin, lîsteya dawî tê pejirandin.”
Wê got: Her
dema ku partiyek siyasî berî bidawîhatina dema pêşkêşkirina lîsteyên berbijaran
ji hevpeymaniya siyasî vekişe, divê hevpeymanî ji vê yekê agahdarî bide
Wezareta Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî û piştre lîsteyek nû ya berbijêran
pêşkêş bike. Her wiha piştî bidawîbûna dema pêşkêşkirina lîsteyên namzetan mafê
ti partiyekê nîne ku ji hevpeymaniyê vekişe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

