Ev Roja Hewlêr bi çavdêriya Kosret Resûl hat rizgarkirin
Kurdistan 10:16 AM - 2024-03-11Serhildana Kosret Resûl Elî li Hewlêr li seata despêka Raperîn
Piştî ku di 5’ê Adara 1991’an de li Ranya li dijî rejîma Baasê serhildan dest pê kir û piştre Silêmanî û çend herêmên din hatin rizgarkirin, di 11’ê Adarê de Hewlêr hate rizgarkirin û rejîma dagirker ji bajêr hate derxistin.
Piştî azadkirina Şeqlawe, Pîrmam û Koyê, rêya azadkirina Hewlêrê hêsan bû, her çend rejîma Beis bi gelek hêz, çek û cebilxane Hewlêrê diparast, lê di meha Adarê de rizgarkirina bajêr dest pê kir. Di 11ê Adarê de bi serokatiya Kosret Resûl Elî şaneyên çekdar ên Brûskê ku hejmara wan 730 şanî bû, dest bi rizgarkirina bajêr kirin û karîn di demeke kurt de bajêr rizgar bikin.
Kosret Resûl Elî: Hûn serbilind bûn ku hûn ji Hewlêrê bûn
Serhildan bi banga bavê Rênas a ji bo hucreyên çekdar ên Brûskê ya “Em nêzî we ne, çalakiyan li dar bixin” dest pê kir û di demeke kin de tevahiya Hewlêr û derdora wê ji destê saziyên zordar ên rejîma Baas hat rizgarkirin.
Kosret Resûl Elî ku serpereştiya hêzên serhildanê kir, got: “Piştî azadkirina Şeqlawe me biryar da ku di 11ê Adarê de Hewlêrê were rizgarkirin, ji ber ku ew roj rojeke mezin e di dîroka Kurdistanê de.’’
“Wê rojê gelê Kurd xwedî yek armanc û plan bû, saet di 06:00 de serhildana Hewlêrê bi şandina nameyekê (ji bavê Rênas bo şaneyên çekdar ên Brûskê, em nêzîkî we ne, dest bi kar bikin) dest pê kir.Bajar hat rizgarkirin, wê rojê hûn serbilind bûn ku ji Hewlêrê bûn."Kosret Resûl got.
Hewlêr berê navenda herî mezin a saziyên Baasê bû, lewma azadkirina wê ne hêsan bû , lê her kes şanaz bû ku ji Hewlêrê ye û destê wî di azadkirina bajêr de heye. Xelkê Hewlêrê bi serkeftina xwe îspat kir ku Hewlêr bajarekî zindî ye û dê zindî bimîne û tu carî zilmê qebûl nake.
Kosret Resûl Elî:Pêşmerge û Gel Raperîn kirin
Kosret Resûl Elî bi boneya 33. salvegera serhildana gelê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde wiha ye:
33 saliya serhildana gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman, malbatên şehîdên rûmetê, rêxistinên nehênî yên bajaran, şaneyên çekdar û girseya gel a tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim û bi hêvî me bibe navokek ji bo hemahengî û yekrêziya rêzan di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de.
Berî 33 salan, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştevaniya rêxistinên nav bajaran û şanên çekdar û bi beşdariya rasterast a girseyên şoreşger, karîn rûbirûyî rejîma herî bihêz bibin û wê ji Kurdistanê derbixin û axa pîroz Kurdistanê rizgar bikin ji Zaxo heta Xaneqînê.
Îro ku em vê roja dîrokî bi bîr tînin û Kurdistan di rewşek gelek hestiyar û metirsîdar re derbas dibe, pêwîste em ji bo yekrêziya Kurdan û armancên xwe yên negihîştî têkoşînê bikin û bi heman ruhê rojên serhildanê gelê xwe biparêzin.Hêvî dikim ku hêz û aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo xizmetkirina gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêkan têbikoşin, tişta ku li ber destê me ye, keda êş û qurbanîdana bi hezaran şehîd û têkoşeran e.
Ez careke din salvegera serhildanê li gelê Kurd pîroz dikim û bejna xwe li ber şehîdan ditewînim.
Hucreyên çekdar ên Brusk roleke mezin lîstin
Şaneyên çekdar ên Brûsk di plana rizgarkirina Hewlêrê de roleke mezin lîstin û bûn pênc beş: beşa yekem ji Koyê heya Mexmûrê, beşa duyemîn ji Koyê heya Şeqlawe, beşa sêyemîn ji Mexmûrê heya navenda leşkerî ya Hewlêrê, beşa çarem ji aliyê Şeqlawa heta navenda leşkerî ya Hewlêrê, beşa pêncem destpêka serhildana Hewlêrê bû û di 11ê Adara 1991ê de hêzên çekdar dest bi operasyona xwe kirin.
Bi giştî Hêzên Pêşmerge li ser du eniyan hatin dabeşkirin, yek ji aliyê Kosret Resûl Elî û ya din jî bi serokatiya Burhanî Seîd Sofî ve û Hemû aliyên Eniya Kurdistanê bi rêjeyên cuda beşdarî rizgarkirina Hewlêrê bûn.
YNK endezyarê serhildanê bû
Serokê Encumena Piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî derbarê serhildana Hewlêrê de ji PUKMEDIA’yê re got;"Destpêker û endezyarê serhildanê YNK bû, ku karibû hêzên siyasî yên Kurd li eniya Kurdistanê kom bike û wan amade bike bo rûxandina rêjîma Beis a Iraqê."
Girtina Hewlêrê ne hêsan bû, ji ber ku baregehên herî xirab ên rejîma Baas li Hewlêrê bûn, lê me karîbû bi hev re bi rêya çeperan û bi rêya şanên çekdar ên Brûskê planeke xurt ji bo rizgarkirina Hewlêrê pêk bînin. Hecî Mesîfî got: Şervanên Brûsk, emê bi hev re bername û planeke xurt ji bo rizgarkirina Hewlêrê pêk bînin, her çend hinek partî û alî henekê xwe bi fikra YNKê kirin, lê YNKê tekezî li ser wê yekê kir ku ligel civakên gelê Kurd dikare serhildanê bike.
YNK endezyarê serhildana mezin bû, di vê çarçoveyê de plana rizgarkirina Hewlêrê da, di demeke kurt de bajar ji rejîma Baas hat paqijkirin û ji saziyên zordar ên rejîma Baas hat valakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
08:32 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12
zêdetir tamaşe bike
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
05:11 PM - 2024-05-13
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13 -
Talebanî: Ji bo sermayedarên Helebce asankariyê bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-05-13 -
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13